Di operasyoneke hevdem ya ser Colemêrg (Hakkarî), Gever (Yuksekova), Erdîş (Ercîş), Nisêbînê de hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, yên Geverê Îrfan Sari, Remzîye Yaşar, yên Nisêbîne Ferhat Kut, Semîre Nergîz û ya Erdîşê Yildiz Çetîn hatin desteser kirin.
Di derheqa bajarvana Erdîşê Yildiz Çetîn de bi tawana "endama rêxistina terorê" lêpirsîn hatiye destpê kirin. lê sedema wê hîn zelal nebûye.
Hêjayî gotinê ye ku ji roja destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkîye bi ser Sûrîyê ve di portestoyan yan jî bi parvekirinên torên civakî yên dijî operaysonê de, heta niha 151 kes hatine binçav kirin û 10 kes jî jiber propagandaya terorê û endamtîya rêxistina terorê hatine girtin.