Polîsên Tirk Hevserokên HDP’ê yên Amedê Ceylan û Uyanik Desteser Kirin

Hêzên ewlekarî yên Tirk îro Pêncşemê avêtin ser avahîya HDP’ê ya Amedê û hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik desteser kirin.

Hecêta polîsan ew e ku berîya çend rojan baskên ciwan yên HDP’ê posterên Abdullah Ocalan li Surê bilind kirine.

Polîsan li li hindurê avahîyê dest dan ser kompîter û hemî belgeyên HDP’ê û Ceylan û Uyanik ji avahîyê birin navenda tekoşîna dijî terorê.

Hevserokên HDP’ê berî ku werin desteser kirin, peyameke vîdyoyî weşandibûn:

Your browser doesn’t support HTML5

Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik

Polîsan herwiha, hevserokên HDP’ê yên Yenîşehîrê Remzîye Sizinti û Kasim Kaya jî desteser kirin.

***

Kerem kin bi vî lînka jêrîn guhdarîya vê raportê bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_10_22_2020_Amed_Hevserok