HDP Dijî Cezakirina Îmamoglu Bertek Nîşan Dide

Ekrem Îmamoglu û Adnan Selcuk Mizrakli (Tebax 31, 2019)

Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ser cezayê zindanê yê bo Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bertek nîşan dan.

Buldan ji Twitterê da zanîn ku biryara ser Îmamoglu ne hiqûqî ye, lê sîyasî ye. Wê dîyar ku ewê di rojên pêş de îradeya gel dijî darbeyên li dadgehan bi ser keve.

Sancar da zanîn ku ew cezayê ku li Îmamoglu hatiye birîn dewam darbeya bi qayuman e. Wî dîyar kir ku ewê bi têkoşîna hevbeş dawî li vê demê bînin.

Dadgeheke Stenbolê jiber heqareta li endamên lijneya hilbijartinê 2 sal 7 meh 15 roj cezayê zindanê li Îmamoglu birî.

Îmamoglu piştî biryara dadgehê li Saraçxaneyê mîtîngek li dar xist. Wî di axaftina xwe de da zanîn ku ewê di hilbijartina 2023yan de vê hişmendîya desthilatê gêr bikin.

Hêjayî balkişandinê ye, Îmamoglu di rojeva sîyaseta Tirkîyê de navekî aktîf e û hin derdor dixwazin ku ew rêberîya rikeberîyê bike.