Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Bang li Stenbolîyan Dike ku li Saraçxaneyê Kom Bibin


Dadgeha Anadolu ya Kartal ya Stenbolê îro Çarşemê ser doza Bajarvan Ekrem Îmamoglu rûniştinekê çêdike.

Di dozê de, Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi heqareta ser endamên lijneya hilbijartinê tê tawanbar kirin.

Çaverê ye di runiştina îro de biryara dadgehê eşkere bibe.

Dozger dixwaze ku bo Îmamoglu 4 sal û 1 meh cezayê zindanê were dayîn û dibêje divê sîyaset li wî were qedexe kirin.

Jimareke parlamanterên Tirkîyê rûniştina dadgehe dişopînin.

Îmamoglu, ku navê wî bo rêberîya rikeberîya Tirkîyê jî tê gotin, ji Twitterê bang li Stenbolîyan kir ku îro di saet 16:00 de li Saraçxaneyê kom bibin.

Wî da zanîn ku biryara dadgehê çi be jî ewê îradeya xwe raber bikin.

XS
SM
MD
LG