Di 29'ê vê mehê de wêneya kalemêrek li ser Ajansa Mezopotamya belav bû ku di deste xwe de qutîyek di nav tûrekê de ji avahîya Edlîyeya Amedê derdiket û di nava wê qutîyê de hestîyên kurê wî hebûn.
Navê wî kesî Alî Riza Arslan e, ji bajarokê Qarayazî ya Erzîromê hatibû Amedê ku belgeya teslîmgirtina meytê kurê xwe bistîne, lê dema bi belge re tûre jî dane wî, ew heyrî maye û nizanibûye ku li wir meytê kurê wî di qutîyek de bidin deste wî.
Navê Kurê wî Hakan Arslan e ku berê karkerê avahîsazî bûye û berî hilbjartina 2015'an ji Stenbolê tev li PKK'ê bûye.
Di şerê xendekan ya li Surê de, di destpêka sala 2016'an de di pevçûnan de birîndar bûye û piştî hefteyekê jîyana xwe ji dest daye.
Alî Riza Arslan ji nûçeyan hîn bûye ku kurê wî li Surê hatiye kuştin û bi vê agahîyê hatîye Amedê. Jiber ku ew dem şer bi dawî nebibû, meytê gelek sivîl û şervanan li Surê li erde man, loma Alî Riza jî destvala vegerîye malê.
Piştî şer li Surê bi dawî bû, gelek sivîl û endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), bi tawana endamtîya rêxistina sivîlan hatin girtin. Parêzerê malbatê li girtîgehê serdana van kesan kir û cîyê ku gora Hakan Arslan ji wan hîn bûn.
Girtîyan ji wna re re got ku Hakan li taxa Hasirli, li kelêka Mizgefta Hecî Hemîd haitye binax kirin.
Bi dawîbûna şer, demek dirêj xanîyên zîyandîtî hatin rûxandin, çar taxên mezin ji binî ve xera bûn û di wan mehan de, di dema rûxandin û kolandina kûçeyan da gelek meyt jî hatin derxistin.
Parêzerê malbatê du caran kişfa dozgerîyê birîye cîyê ku ji re hatiye gotin, lê her du caran jî meytê wî nehatiye dîtin.
Di nav heft salan da malbat jibo dîtina meytê Hakan di warê fermî de tekoşîneke mezin daye, lê hemî hewildanê wan bê encam mane.
Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî di sala 2017'an de rewşa Hakan Arslan bi pirsnameyekê anîye rojeva parlamena Tirkîye û ji Wezereta Navxweyî xwestiye ku çima li cîyê hatiye gotin meytê wî nayê dîtin.
Piştî rûxandina Surê, li cîyê çar taxên mezin, kolanên fireh û avahîyên dikan û kafeteryan hatin çêkirin, mizgefta navborî jî hat nû kirin. Di 7'ê Sebata 2021'an de dema karkeran derdora mizgeftê dikolandin li wir hestîyên meytekî dîtine û ew radestî dozgerîyê kirine.
Li ser sê diranan testa DNA hatiye kirin û eşkere bûye ku ew hestî yên Hakan in. Lê, dozgerî xwestiye ku li Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî (ATK) lêkolineke fireh were kirin, loma ew hestî ji Stenbolê re hatine şandin.
Hestîyên Hakan heft sal li Surê mane û 10 meh in jî li Stenbolê bûn. Di 25'ê vê mehê de, xeber ji malbata wî re hatiye şandin ku meytê ji Amedê bigirin.
Baroya Amedê li ser vê bûyerê, hember dozgerê vê dosyayê gilî li Civata Bilind ya Dadger û Dozgeran kir.
Baroya Amedê dibêje ku li gor qanûnan divê hestî di darbestekê de radestî malbatê bikin û teslîmkirina bi vî awayî li dijî hiqûqa mirovî, zagona netewî û navnetewî ye û herwiha li dijî nirxên civakî, bawerî û çandî ye.
Your browser doesn’t support HTML5