Hest û Helwest: Êrîşa Hêzên Rejîma Sûrî ya Ser Idlibê

Şîrovekar û çavdêrên siyasî dibêjin êrîşa hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Idlibê dê di heft salên krîza welêt de şerê herî giran û xwînrij be.

Ew her wiha pêşbîniya wê yekê dikin ku ev êrîş bibe rûbirûbûneke leşkerî di navbera hêzên rejîmê û artêşa Tirkiyê de ku 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê hene.

Tê zanîn ku hebûna wan xalan beşek ji rêkeftinekê di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ye.

Ev şer, eger biqewime, wê derdora 700, 000 kes bêşûnûwar bike, li gor rêxistinên tenduristî li wir.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûnba du mêvanan pêşketinên dawî yên Idlibê gotûbêj dike:

Rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm ku li Danîmarka dimîne û şîrovekarê siyasî Mislim Mihemed ku li Tirkiyê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest