Guterres jibo Gazayê Banga Agirbesteka Demûdest Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Yekşemê jibo Gaza banga agirbesta demûdest kir.

Guterres dîyar kir ku divê şerê Hamas û Îsraîlê bisekine, rehîne werin berdan û pirtir alîkarî herin axên Filîstînîyan.

‘’Ez careke din banga agirbesta mirovahî ya demûdest, berdana bê şert ya rehîneyan û zêdekirina alîkarîya lezgîn dikim.’’

Wî dîyar kir ku agirbest wê bi tenê destpêk be û jibo dermankirina trama û zirarên şer çêkirine demeke dirêj hewce ye.

Ji alîyê din ve Wezareta Saxlemî ya Gaza jî ragihand ku hejmara kuştîyan ji 35,000’î borîye.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar kir ku di şerê Îsraîl û çekdarên Filîstînî de, ku pirtir ji 7 meh in didomin, 35,034 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina wezaretê di 24 saetên dawî de 63 kesan di pevçûnan de canên xwe ji dest dane.

Şerê Îsraîl û Hamasê piştî koma Filîstînî 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê, gur bû.

Îsraîl dide zanîn ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin û 252 kes hatine revandin ku 128 ji wan li Gazayê mane.

Komîteya tiba adlî ya Îsraîlê ragihand ku bi kêmî ve 36 rehîneyan canên xwe ji dest dane.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin ku ew jibo serbestbûna rehîneyan û pûçkirina Hamasê, ku ji 2007’an ve herêmê bi rêve dibe, operasyona li Gazayê li dar dixe.

Jêder: AFP, VOA