Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron Dibêje Ger Ew Çekan Nedin Îsraîlê Wê Hamas Xurt Bibe


Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron
Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Camerona îro Yekşemê got ku ger Îsraîl nikaribe çekan bikire, wê Hamas xurt bibe.

Îsraîlê do Şemîyê bang li Filîstînîyên li pareke mezin ya Refehê kir ku ji herêmê derkevin û vê yekê nîşan da ku tevî gefên Serokê Amerîka Joe Biden yên ser sekinadina dayîna çekan jî hêzên Îsraîlî plan dikin ku operasyonê bibin ser Refahê.

Cameron dîyar kir ku heta planeke ser parastina bi sed hezaran sîvîlên li Refehê tunebe, ew piştgirî nade operasyoneke ser wir.

Wezîrê Brîtanî ji BBC re got ku ew di dayîna çekan de ji Amerîka cihê ne û da zanîn ku kêmtir ji 1 ji sedê çekên Îsraîlê ji Brîtanyayê diçin û dîyar kir ku ew çek jî lîsansa sîstemê têne kontrolkirin.

‘’Ger em dixwazin em dikarin peyameke sîyasî bidin û em dikarin bibêjin ku emê gava xwe ya sîvîyasî biavêjin.’’

Wî dîyar kir ku gava ji wî hatiye xwestin ew wisa bike piştî çend rojan Îranê bi muşek û dronan êrîşeke berfireh biriye ser Îsraîlê.

Cameron got ku guherandina helwesta jibo dayîna çekan wê Hamasê xurt bike û wê rê li ber çêbûna peymana rehîneyan bigire û dîyar kir ku ew vê gavê rast nabîne.

Hamasê 7ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor karbidestên Îsraîlî 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 kes dîl girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gazayê dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de bi qasî 35,000 Filîstînî hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG