Piştî Stêrka Tîma Wan Hat Cezakirin Tirk li Almanya Silava 'Gurên Boz' Dubare Dikin

Temaşevanên Tirk Silava Gurên Boz nîşan didin

Temaşevanên Tirk yên ku jibo tmeşae kirina pêşbirka çaryek fînala Şampiyoniya Ewropayê ya li dijî Hollandayê, heman îşareta 'Gurên Boz' ya neteweperestî bilind kirin ki bibû sedem cezakirina lîstikvanê Tirk Demiral.

Polîsê Berlînê roja Şemiyê li ser platforma "X" got ku ew nîşana "bi berfirehî" ji aliyê temaşevanan re hat bilind kirin, ji ber wê yekê wan meşa rawestand û ji wan xwest ku dev ji wî bilindkirina wê sîmbolê berdin.

Polîs ji temaşevanan re xwest ku ger bilêtên wan yîn beşdarbûnê hebin, bi şêweke trake kesî bikevin yarîgehê.

Berdevka polîs Valeska Jakubowski ji Associated Press re got, "Dema bi komî gelek kes wê silavê nîşan bidin, eev tê wateya tevgereke siyasê, û temaşe kirina futbolê ne xwenîşandanek siyasî ye."

Jakubowski destnîşan kir ku li Almanyayê nîşadan wê sîmbolê ne qedexe ye lê wê got got ku çend kes hatine girtin.

UEFA'yê roja Îniyê lîstikvanê Tirk Merîh Demiral ji ber ku gol avêtibû di maça ku roja Sêşemê li Leipzig tê de Aûstûrya têk birbû, ew sîmbol nîşan dabû, ceza kir û ji lîstina futbolê ya kupayaEwropayê 2024 rawestand.

ew bûyer bo sedema nakokiyên dêplomasî di navbera Tirkiyê û Almanya de.

Rawestandina Demiral ji fînala çaryek, ya Şemiyê û nîvfînalê bêpar dihêle, ger ku tîma Tirkiyê biserkeve.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê jî ligel rayedarên hikûmeta Tirkiyê biryara rawestandinê şermezar kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan plana xwe ya ji bo serdana Azerbaycanê sererast kir da ku beşdarî maça roja Şemiyê bibe. Erdogan Demîral parast, roja Înê got ku parêzvan piştî gol avêtinê "heyecana" xwe anîye ziman.

Roja Înê, temaşevanên fanatîk ên Tirk bang li alîgirên din kirin ku di dema sirûda neteweyî ya beriya maça roja Şemiyê de heman sîmbolê bilind bikin. Tê çaverêkirin ku ew di dema maçê de jî wê yekê bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirk li Almanya Silava 'Gurên Boz' Dubare Dikin

Jêder: AP/AFP