Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya Navbera Almanya û Tirkîyê jiber Nîşana 'Gurê Boz' ya li Euro 2024 Tund Dibe


Nîşana Gurên Boz
Nîşana Gurên Boz

Almanya îro Pêncşemê jibo şermezarkirinê gazî balyozê Tirkîyê li Berlînê kir, jiber "nîşana serê gur" ya rastgirên tundrê ku lîstikvanê Tirk Merîh Demîral di pêşbirka bi tîma Austuryayê re kiribû.

“Wek mazûvanên Euro 2024, em dixwazin spor mirovan bikin yek. Me gazî balyozê Tirkîyê kir,” wezareta derve li ser platforma X’ê got.


Demîral êvara Sêşemê "nîşana serê gurê boz" nîşan dabû, piştî ku gola xwe ya duyê avêt, ku Tirkiyê li hember Austurya 2-1 serketî bû û derbazî qonaxa fînalên çaryekê bû.

Merîh Demîral
Merîh Demîral


Ev nîşana serê gur, sembola koma Tirk ya neteweperist ya tundrê Gurên Boz e. Ev kom girêdayî Partîya Tevgere Netewperwer (MHP) ve ye ku hevbendê hikûmeta AKP ya Serok Recep Tayyîp Erdogan e.

Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) di derbarê Demîral de lêpirsînek da destpêkirin, ku ev "tevgera nerêkûpêk" li gor rêgezên disîplîn yên saziyê were nirxandin.

Demîral yê 26 salî ji rojnamevanan re got ku ew pir serbilind e silava Gurên Boz daye, ku xwestiye Tirkbûna xwe nîşan bide û ew pir kêfxweş e.

Nîşana Gurên Boz ji alîyê rêberên Almanya ve û gelek siyasetvanên Ewrupa ve hat şermezarkirin. Lê Enqere ev bertek demûdest red kirin û ya Berlînê wek "biyanîofobî- dijminatîya bîyanîyan " bi nav kir.

German Interior Minister Faeser and BKA President Muench hold a press conference in Berlin
German Interior Minister Faeser and BKA President Muench hold a press conference in Berlin

Wezîra navxweyî ya Almanya Nancy Faeser hişyarî da ku "Cihê sembolên tundrêyên rastgir yên Tirk li stadyumên me tune ye. Karanîna Kupaya Futbolê ya Ewrupayê wek platformek jibo nijadperestîyê bi tevahî nayê qebûlkirin. "

Erdogan hîn rasterast li ser vê kêşeyê ti şîrove nekirîye. Lê, jimarek wezîr û berdevikê partiya wî ya desthilatdar AKP, Faeser bi tundî şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê got ku dezgeha îstixbarata Almanya di raporta xwe de tekez kiriye ku “her kesê ku nîşana gurê boz çêbike, nabe ku wek tundrêyekî rastgir were destnîşan kirin.

"Em bertekên siyasî li ser karanîna semboleke dîrokî û çandî şermezar dikin bi awayekî ku di pîrozbahiyên sporê de ti kesî nake armanc," wê got.

Wezaretê herwiha do Çarşemê jibo şermezarkirinê gazî balyozê Almanya li Enqerê kir.

Medya Almanya û Tirkîyê îro ragihandin ku Erdogan plan dike ku roja Şemîyê jibo lîstika Tirkiyê ya hember Hollanda jibo fînala çaryeka fînala Euro2024 dê here Berlînê.

Koma Gurên Boz li Fransa û sembola wê li Austurya qedexe ye û li Almanya jî di bin çavdêrîyê de ye.

Almanya mazûvanê herî mezin ya dîasporaya Tirk e.

Têkilîyên di navbera her du welatan de her tim kêşabar bûn. Berlîn çewisandina nerazîbûnên navxweyî yên Erdogan rexne dike, lê hevdem bawer dike ku jibo çareserîya kêşeyên dijwar yên navneteweyî, wek hêzek herêmî ya girîng, Tirkîye di gel Berlrînê bimîne.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG