Dijî Parlamanterê HDP'ê Gergerlîoglu Lêpirsîneke Nû Hate Vekirin

Omer Faruk Gergerlîoglu

Parlamanterê bere yê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu piştû ku cezaya wî li Dadgea Bilind ya Tirkîyê jî hate erê kirin, parlamanterîya wî hate betal kirin û ew di 2'yê Nîsanê de hate girtin.

Awuqatê wî Bişar Alinak da zanîn ku derheqa Gergerlîoglu de jibo dozeke nû îdianameyek hatiye amade kirin.

Alinak bi bîr xist ku roja betalkirina parlamanterîya Gegerlîoglu li Civata Giştî ya parlamenê, wî jibo sê saetan çalakîya rûniştinê li dar xistibû û paşê jî li hola HDP'ê ew çalakî domandibû.

''Em ji çapamenîyê hîn didibn ku jiber çalakîya sê saetan idianame amade kirine. Çend roj in em li pe digerin ku bizanin dozgerîya Enqerê idianame şandiye kîjan dadgehê. Bi hewildanên xwe em hîn bûn ku dosye niha li ku ye. Lê, dadgeh dibêje ku hin biryar nedane ka ewê idianamê bikin doz yan na loma wan dosye jî neda me û em nikarin îtîraz jî bikin.’’

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_05_04_2021_Gergerlîoglu