Girîngîya Bendava Tişrînê li Bakurê Sûrîyê Çi Ye?

Dîmeneke bendava Tişrînê li bakurê Sûrîyê.

Ev bûye çend hefte ku artêşa Tirkîyê devera derdora bendava Tişrînê ya ser çemê Feratê bi dron û êrîşên esmanî dike armanc. Ev êrîş di demekê de tên ku mîlîşyayên Îslamî yên ser bi Tirkîyê ve ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve ketine şerekî giran.

Piştî roxandina rejîma Sûrî ya berê, komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve li hinek deverên parêzgeha Helebê kempeyneke leşkerî li dijî hêzên Kurdan destpê kir. Di encamê de hejmareke bajarok û gund li deverê ji alîyê wan koman ve hatine kontrolkirin.

Lê tevî hemû şer û pevçûnan giran heta niha ev komên çekdar nikarin ku pêşketinên berçav li devera bendava Tişrînê bidest bixin.

Dîmeneke şerê nêzîkî bendava Tişrînê.

Bendava Tişrînê sala 1999’an ser çemê Feratê hate avakirin. Di sala 2015’an de ew di çarçoveya şerê dijî mîlîtanên DAIŞ'ê de ket destê HSD’ê.

Pispor dibêjin ku bendava Tişrînê, ku li başûrê Kobanîyê dikeve, yek ji cihên herî stratejîk li bakurê Sûrîyê ye.

Ev bendav elektrîkê dide piranîya parêzgehên Heleb û Hesekê, endazyarê elektrîkê Bangîn Hiso, ji Dengê Amerîka re got.

“Ew beşekî mezin ji bakurê Sûrîyê bi elektrîkê dike û ji alîyekê din ve bûye çavkanîyeke ya ava vexwarinê û avdana zevîyên li wê herêmê,” Hiso da zanîn.

Endazyarê elektrîkê herwiha diyar kir ku ev bendav bûye beşekî serekî di ewlekarîya aborî ya bakurê Sûrîyê de. Wî got, di dirêjahîya şerê Sûrîyê de xirabî di bendavê de hatiye kirin, lê eger çekdarên ser bi Tirkîyê ve ew bendav kontrol kir, wê rewşa tevahîya deverê têk biçe.

Ezîz Ebdî, Hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Feratê, da zanîn ku 400 hezar kes li herêma Feratê ji çend alîyan ve sûdê ji bendava Tişrînê dibînin.

“Di warê pîşesazî de, dora 400 kargeh li vê deverê hene. Jiyana gelek kesan di nav gelê me de bi van kargehan ve girêdayî ye, lewra eger rewşa ewlekarî li bendava Tişrînê têk biçe, ewê gelê me ziyaneke rasterast di encama wê rewşê de bibîne,” Ebdî ji dengê Amerîka re got.

Ezîz Ebdî.

Karbidestê Kurd herwiha diyar kir ku du aşên serekî yên ard li deverê hene ku elektrîka xwe ji bendava Tişrînê distînin, û eger tiştek li wir biqewime, dê demûdest karê van hedu aşan raweste.

“Jibo çandinîyê jî, zevîyên Kobanîyê û herêma Feratê bi giştî xwe dispêrin ava ku bi kanalan ji ber bendava Tişrînê tên,” Ebdî got.

Tirkîye dibêje ewê qebûl neke ku şervanên Kurd li wê deverê bimînin. Di rojên dawî de jî karbidestên payebilind yên Tirkîyê gotine ku ewê bi her awayî şer berdewam bikin da ku dawî li hebûna hêzên Kurdan li wê deverê bîne.

“Tirkîye dixwaze bi kontrolkirina bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê Kobanîyê bike armanc. Ew diwaze Kobanîyê ji alîyê aborî û ewlekarî ve bixeniqîne,” Welîd Îbo, parêzer û çavdêrê siyasî,” ji Dengê Amerîka re got.

“Bi vê yekê ew dixwazin ku paşê şert û mercên xwe li ser maseya danûstandinê ferz bikin, jiber ku li ser erdê dê bandora wan xurttir be eger ev devera stratejîk li jêr kontrola wan be.”

Mezlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ligel televizyona Sky News ya Erebî îro Înê got ku şervanên HSD’ê berxwedana xwe li devera bendava Tişrînê didomînin.

“Lê di heman demê de em bang li hemû alîyan dikin ku rolekê di rawestandina van êrîşan Tirkîyê û komên ser bi Tirkîyê ve de bilîzin. Di serî de divê rêvebirîya nû ya Şamê bi erkê xwe rabe û zorê li van komên çekdar bike ku êrîşên xwe yên ser bendava Tişrînê rawestînin.”

Fermdarê HSD’ê herwiha got ku ew vê dawîyê ligel rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed el Şeri’ kom bûye û di civînê de tekezî ser peydakirina aramî û ewlekarîyê li seranserê axa Sûrîyê kiriye.

Ridwan Bêzar li Kobanîyê alîkarîya amadekirina vê raportê kiriye.