Ferît Şenyaşar Behsa Biryara Xwe ya Ketina Nav Sîyasetê Dike

Ferît Şenyaşar dibêje ji destpêkê de parêzêrên azadîxwaz û HDP’ê piştigirîya me kirin, xwedî li me derketin.

''Ez spasîya xwe li hemî partîyan dikim ku xwestin derîye xwe li me vekin. Lê ji destpêkê de evûqatê Azadîxwaz û Partîya HDP’ê piştigirî dan me, xwedî li me derketin. Sedema rast ew bû ku teklîfa HDP’ê qebûl bikim.’’

Ev nirxandin a Ferît Şenyaşar e ku berîya du rojan jibo berendamîya namezdîya parlementerîyê serî li HDP’ê xist.

Digel ku ji maseya şaş alî pênc partî teklîfa berendamtîyê li wî kirine, Ferît dexwaza HDP’ê qebûl kir.

Ferît ji Dengê Amerîka re got ku demeke dirêj e ji partîyên sîyasî yên cuda gelek caran jê xwestine di partîyê wan da cî bigre. Lê destnîşan kir piştî dest bi çalakîya sivîl kirin partîya ku herî zede piştgirîya wan kirîye HDP bûye.

''HDP gelek caran çalakîya me zîyaret kirin û her carê ji me re gotin ‘Werin doza xwe ya edaletê li parlamenê bidomînin. Ji partîyên din jî teklîf hatin, me bi sere xwe biryar neda. Em bi gelê xwe şêwirîn, her kesê ku em bi wan şêwirîn gotin divê di bin banê HDP’ê de tem tekoşîna xwe bidomînin.’’

Ferît digel dayika xwe Emîne Şenyaşar li pêşîya avahîya Edlîyeyê ya Ruhayê du sal in Çalakîya Nobeta Edelatê dike.

Bragiştî navê Ferît Şenyaşar ji sala 2018an vir de li ser kuştina bav û du birayên wî herwiha çalakîya wî dayika wî jibo edaletê nas dike.

Li ser medya civakî çima berendamtîya wî hate rexne kirin

Gelek xizmên ku di salên 90î de bi desten rêxistinên tarî hatine kuştin di vê prosê de ji partîyên cuda serdana berendamtîyê kirin. Lê li ser medya civakî ev sîyaset tê rexne kirin û dibêjin 'ne dirust e kesên ku xizmê wan hatine qetil kirin li ser bedelan bikevin nav sîyasete. Ew vê sîyasetê wek 'berdela xwînê' dibînin. Dema serlêdana Ferît Şenyaşar hate ragihandin rexneyên bi vî rengî jibo wî jî hatin kirin.

Ferîta weha bersiva van rexneyan da:

''Em bi ber dikevin ku dixwazin bêjin em li ser xwîna bav û birayên xwe dibin namzed. Ev neheqî ye. Em bi salan e tekoşîneke didin. Bi salan e şertên îstîbdatê li Tirkîyê heye, keseke nikare navê Erdogan bide ser zimanê xwe, lê bi salane em dibêjin kujerên bav û birayê me kuştin, ji alîye serokomar Erdogan tên parastin. Li pêş edlîyê me qi kir û got ‘yên ku vê qetlîmaê in parlamentere partîya desthilat û xizmê wî ne, ew pişta xwe ji hêza serokomar distînin, tên parastin.''

Me jibo tekoşîna edaletê ya jibo malbata xwe mirinê jî da ber çav

Ferît weha dewam kir:

''Para kî di vê trajedya me da hebe, em bûn keleme nav çavê wan. Oma li dayika min 20, li ser min 15 lêpirsîn hatin vekirin. Geleke caran li me dan, em hatin desteserkirin. Wekee mirovên sade, me vê qetliamê qebûl nekir, dengê xwe bilind kir û jibo tekoşinê me mirinê jî da ber çavê xwe.’’

Ferît li zanîngeha İnonuyê beşa İktisadê tewa kirîye lê jibo karekî fermî bi dest nexistîye li Sirucê dikan vekirine digel birayên xwe debara xwe li ji wir kirine. Lê piştî kuştina bav û birayên xwe kar jî ji dest çûye, jîyana wan serû bin bûye. Ew bi salan e li rêya dadgehan diçe û tê.

Bav û birayên Ferît Şenyaşar Çawa Hatin Kuştin

Berîya hilbjartina giştî ya 2018an, li navça Sirucê di dema kapmeyna hilbjartinan da, namzede AKPê İbrahim Halil Yildiz li çarşî û bazara Sirucê kampeyna xwe bi rê ve dibir, li dikanan Şenyaşaran pevçuneke rû da. Xwedîyê dikanê Celal û birayên wî bi zerevan û xizmên namzede AKPê de pevçûn çûn, Celal Şenyaşar û birayekî namzede AKPê li dikanê hate kuştin. Adil, Fadil û Ferît Şenyaşar jî birîndar bûn. Li nexweşxanê jî li ber çavê Emîne Şenyaşar hevjînê wê Esved û kurê wê Adil bi awayekî hovane hatin kuştin bi destê xizmên parlamenterê AKPê.

Bi xêra çalakîya wî û dayika wî doza kujerên bav û birayê wî destpêkir

Kurê Emîne, Fadil, Şenyaşar ji kuştina birayê parlameter û birindarkirina 8 kesan bi hetahetayê hate ceza kirin.

Piştî cezakirina Fadil, Emîne Şenyaşar dest bi çalakîya edaletê kirin û xwestin Fadil were berdan, kujerên Esved û Adil werin bên ceza kirin. Bi xêra tekoşîna wan a piştî çar salan doz hate vekirin û geleke xizmên parlamenter neha tên dad kirin.

Edalet divê divê jibo her kesî be ne tenê jibo kesên hêzdar

''Hîn me şîna xwe nekir, em bi rê ketin, jibo biryarên bi adil derkevin me tekoşîn da. Oma em bi ber van gotinên bê îzan dikevin. Jibo ku dexwaz û armanca me edalet e, kesên doza edaletê dikin piştevanîya me kirin. Helbet herkes dikare rexneyan bike. Lê hin parvekirin em geleke xemgîn dikin. Wekeî ku em li ser xwîna bav û biryaran dixwazin bibin xwedîyê post û paye.''

''Dixwazin li dijî me bawerîyeke bidin çêkirin wekeî ku armanca çalakîya me berjewendîyeke sîyasî be. Tenê derdeke me heye, ji destpêkê heta îro tenê armanceke me heye, ew jî cezakirina kujeran, bicîhatina edaletê. Edalet divê jibo her kesî be ne tenê jibo kesên ku hêza wan heye.''

Ferît li dijî îdaya ku HDP xwestîye dest bi çalakîya edaletê bikin der dikeve û dibêje ku piştî bêçaretîyeke mezin dest bi çalakîya edaletê kirine û li dîjî wan îdayan dertê ku dibêjin HDP xwestîye dest bi vê çalakîyê bikin.

''Bila ti kes div ir de, di wir de nekişîne, jibo em dest bi vê çalakîyê bikin kesî li me şîretan nekirîye, me ji ti alîyekî talîmet negirtîye. Ev hemî propaganda ne, ev biryara min û ya dayika min bû. Li hember vê qetlîamê, cezayên ne adil em nikaribûn bêdeng bimînin, an herin li mala xwe rûnên. Me biryar da heta kujer werin ceza kirin, edalet bi cî bê em dest ji çalakîya xwe jî bernadin.’

Ferît herwiha da zanîn ku çalakîya xwe ya li pêşîya Edlîyê jî dê bidomînin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_03_24_2023_Ferit_Senyaşar