15’ê Sibatê salvegera girtina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ew 25 sal in li Girava Îmrali ya nava behra Marmara li girtîgeha ewlehîya bilind zindanî ye.
Her sal di salvegera girtina Ocalan de li gelek bajaran serdegirtina malan çêdibe.
Roja pêşemê berdestê sibê di operasyoneke hevdemî de li Mêrdîn, Sêrt, Hatay, Dersîm û Ruhayê, 23 kes ji malê xwe hatin desteserkirin. Di nava wan de rêvebirên DEM partîyê jî hene.
Pênc rojnamegerên ku roja Duşemê li Îzmîrê hatin girtin hê jî li nezaretê ne.
35 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
Parêzer û malbata Abdullah Ocalan, 35 meh in ji wî tu agahîyek negirtine. Roja pêşemê parêzerên Ocalan, jibo hevdîtinê serdana dozgerîya Bursayê kirin.
Herî dawî hevdîtna wî bi parêzeran re di 7’ê Tebaxa 2019’an de çêbû. Dozgerî dexwaza serdana malbat û parêzeran bi hicetên cuda red dike û 35 meh in 12 caran serdena evûqatan tê redkirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heta sala 2013’an li giravê girtîyek bi tene bû lê di dema pêvajoya çareserîyê de girtîyên ji doza PKK’ê, Omer Hayrî Konar, Veysel Aktaş û Hamîlî Yildirim jî birin girava Îmralîyê. Wekî Ocalan, ji her sê girtîyan jî agahî nayê girtin.
Jiber ku dexwaza serdana parêzer û malbatan tê redkirin, 35 meh in tu agahî ji wî û ji her sê girtîyên li İmralîyê nayê girtin.
Ji malbata Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 2019’an de li ser dexwaza dewletê çû dîtina wî. Ev hevdîtin jî piştî greva birçîbûnê ya Leyle Guven û girtîyên ji doza PKK’ê, pêk hat.
Mehmet Ocalan, herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de, bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re 4 deqe axifî.
Li dijî tecrîdê sê çalakîyên cuda
Jibo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe, bi hezaran girtîyên ji doza PKK’ê, 80 roj in li girtîgehên Tirkîye di greva birçîbûnê da ne.
Li gelek bajaran jî malbatê girtîyan, jibo bale bidin ser vê rewşê ‘Nobeta Edaletê’ digrin.
Ji 1’ê Sebatê vir de jî DEM Partî û rêxistinên sivîl ji Qers û Colemêrgê dest bi ‘Meşa Mezin ya Azadîyê’ kirin.
Parlamanterê DEM Partî di 13’ê mehê de li Amedê bûn û di dorpêça polîsan de li bajêr meşîyan xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin.
Çalakîya ‘Meşa Mezin ya Azadîyê, 15’ê Sebatê de gihîşt Sirûcê û ji wir jî dixwazin herin gundê Amarayê ku Ocalan li vî gundî ji dayik bûye.
Lê, wekî Walîtîya Amedê, Walîtîya Ruhayê jî heta 16’ê mehê li bajêr û gund û navçeyan hemî meş, çalaki, daxuyanîyan qedexe kir.
Her sê çalakîyên ku li dijî tecrîdê didomin, bi armanca ku balê bidin ser rola Abdullah Ocalan di çareserîya pirsa Kurd de, hatine destpêkirin. Çalakvan bang li dewletê dikin ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û muzakereye çareser bike.
Lê, Dewleta Tirkîye Partîya Karkerên Kurdîstanê weke rêxistineke terorî dibîne çalakîyên jibo Ocalan û PKK'ê jî weke piştevanîya rêxitstina terorî pênase dike û qedexe dike.