Komîsyonên Dad û Qanûna Bingehîn ya meclîsa Tirkîyê, jiber neçûna parlamenê, parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer, biryara bidawîkirina parlamenterîya wan da.
Komîsyon, raportek ji meclîsê re şand da ku biryar were erê kirin. Dengdan bi dawî nehatiye, lê Sariyildiz ji Dengê Amerîka re got ku ew pêşbînî dikin ku bi dengeke zede biryara bidawîkirina wekiltîya wan were erêkirin.
“Ev demeke dirêj e, tunekirina konsepta sîyaseta me hatiye destpê kirin, jiber ku polîtîkayên me wan teşhir dike. Wan nîrxên hiqûqa gerdûnî danîne alîyekî û gotinên Erdogan weke ferman bi cîh tînin.”
Sariyildiz got ku wêrankirina bajarên Kurdan bû destpêka pêvajoya krîza li Tirkîyê.
“Erdogan ev pêvajo jibo sazkirina dîktatorîya xwe bi kar anî. Jiber ku ji sîyaseta me ditirsin, hevserokên me, hevalên me kirin zindanan. Îro ji hevserokê me re, ji parêzvanên mafê mirovan re dibêjin terorîst."
Sariyildiz bi berdewamî got ku dema qedexe û wêrankirina bajêrên Kurdan bi fermana serokomar gelek sûcên şer pêk hatin.
“Jiber ku bi talîmata wî van sûcan hatine kirin, niha ditirse ku dosyeyên delîlan di deste me de ne. Em li Ewrupa bajar bi bajar digerin û sûcê wan teşhîr dikin. Lewma wî em kirine armanc."
Hêjayî balkişandinê ye ku ligel dawîkirina parlamenterîya Sariyildiz û Hezer, tê xwestin ku ew ji hemwelatîya Tirkîyê jî werin derxistin û tu têkîlîya wan bi Tirkîyê re nemine.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlamenterên wê partîyê girtî ne û parlamenterîya Fîgen Yuksekdag û Nursel Aydogan jî hat bi dawî kirin.