Gera yekê ya qonaxa grûpan li Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) ya futbolê îro Sêşemê bi du lîstikan bidawî dibe.
Herdu lîstik di Grûpa F de ne; pêşî Tirkîyê ligel Gurcistanê dilîze û paşê Portugal û Koma Çekê derdikevin hember hev.
Maça do Duşemê di navbera Fransa û Awustryayê de bi encama 1-0 jibo Fransayê bidawî bû. Lîstik li bajarê Dusseldorf li pêş bêtirî 46 hezar temaşevanan pêk hat.
Lê yek ji encamên neyênî yên lîstikê bo Fransayê birîndarbûna stêra tîmê Kylian Mbappé bû. Di kêlîkên dawî yên maçê de kaptanê Fransî û berevevanî tîma Awustryayî Kevin Danso li bin guhên hev ketin û di encamê de pozê Mbappé şikest. Federasyona Futbola Fransayê ev nûçe piştrast kir, lê dîyar nekir ewê lîstikvanê navdar heta kengî dûrî lîstikê bimîne.
Di gera duyê ya qonaxa grûpan de sibe Çarşemê Almanya û Macaristan tên cem hev û Skotlanda û Swîsra jî bihevre dilîzin. Almanya û Swîsra heta niha sê xal bidest xistine û serkêşîya Grûpa A dikin.
Berî van herdu lîstikan, Kroatya û Albanya di Grûpa B de dilîzin.