Parlamenter Esat Canan Serkeftina Hakkarî'yê Dinirxîne

Parlamenterê BDP'ê Esat Canan do mîtînga Şemzînanê de dema axaftina xwe pêşkêş dike xuya dibe.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, parlamenterê bajarê Hakkarî'yê yê nû hilbijartî, Esat Canan hest û nêrînên xwe parve dike.

Birêz Canan dibêje, wan li Colemerê her sê kursî ji wergirtine lê serkeftina rastîn, serkeftina yekîtîya gelê Kurd e.

Esat Canan dibêje, dayik, jin û xortên Kurd bi xebateke gelek hêja ev serkeftina dîrokî derxistîye û qorîcîyên Colemergê jî dengên xwe danê berbijarên BDP’ê.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.