Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filiz Koçalî: Gel Xweserîya Demokratîkê Qebûl Kir


Endamên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê.
Endamên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê.

Endamên Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê ya ku bi piştgirîya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hat ava kirin, li Dîyarbekirê, bi daxuyanîyekî destnîşan kir ku Bloka Kurdan li bajarên herêma Kurdan dengê xwe zêde kirin, lê AKP li herêmê têk çûye.

Hevseroka BDP Filiz Koçalî dîyar kir ku di heman demê da gel di hilbijartinê da li hemberê dewleta olîgarşîk, dengê xwe dane blokê û bernameya Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê, yanî Xweserîya Demokratîkê jî qebûl kirîye.

Hevseroka BDPê li ser gotara Serokwezîr Erdogan ya şeva hilbijartinê jî sekinî û got “divê serokwezîr bi awayekî zelal, polîtîkayên jibo çareserîya pirgirêka Kurd, bi civaka Tirkîyeyê re parve bike.”

Piştî daxuyanîyê, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî axifî. Birêz Turk destnîşan kir heku hikûmet, li 15'ê Heziranê jibo çareserîya pirsgirêka kurd nexşerêyeke amade neke, an jî daxuyanîyek nede Kurdan, ewê vê yekê qebûl nekin.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin

XS
SM
MD
LG