Recep Tayîp Erdogan Li Diyarbekirê ji bo HDPê Çi Peyam Dan?

Erdogan li Diyarbekir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di serdana Diyarbekirê de rexenyên giran li HDPê kir û bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê HDP û PKK sûcdar kir.

Beriya hatina wî hêviyek hebû ku li vir jibo çareseriya pirsa Kurd peyamên erênî bide, lê di hemî axaftinên xwe de Erdogan HDPê weke partîya dewamiya PKKê binav kir û hevkariya HDPê û CHPê jî weke xizmê idyolojik pênase kir.

Erdogan piştî sal û nîv, jibo danasîna hin xizmetan, serdana malbatên li pêş HDP kon danîne û dibêjin HDP zarokê wan şandîye sere çiya, PKKê; herwiha jibo vekirina mizgefta Kurşunlu ku dema şerê xendekan de ruxûyabû, serdana Diyarbekirê kir.

Erdogan di sala 2005 an de li Diyarbekir gotibû ''pirsa kurd pirsa min e'' û ew gotin weke destpêka pêvajoya çareseriyê hatibû şîrovekirin.

Wî îdia kir pêvajoya çareseriyê bi deste PKK û HDP hatiye dawîkirin û got ‘’Di sala 2005an de min çi soz da ez hê jî li pişt im.''

Serokomarê Tirkiyê sîyasetvanên HDPê bi sextekarî, durûtî tawanbar kir.

Erdogan got:

‘’Dema we ew dîtin, bi dawa wan bigrin ji wan pirs bikin ka jibo dawîkirina pêvajoyê, şerê xendekan fermanê ji kê sendine, herwiha li bakurê Suriye çima dibin amûrê desten her alîyan?''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn