Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan jibo beşdarî kongireya AKP bibe roja Şemîyê serdana bajarê Amed (Diyarbekir)ê kir.
Çavê raya giştî li ser peyama wî bû ku li ser pêvajoya nû tiştek beje. Lê Erdogan li Amedê dubare kir û got divê PKK bê qeyd û şert dest ji çekan berde û xwe tasfiye bike.
Hêjayî gotinê ye ku Erdogan behsa pêvajoyeke aştiyê nekir û got ev xebat jibo têkbirina terorê ye. Ev car jî peyva tasfiye bikar anî û daxuyakirin ku ev hewildan jibo vala derxistina lîstika dawin ya dewletên emperyal in. Serokomarê Tirkîye weha got:
''Tenê armancek vê xebata ku di demên dawîn de destpêkirîye heye, ew jî divê rêxistina terorê xwe fesix-hel bike, bê qeyd û şert dest ji çekan berde. Jiber fişarên rêxistina terorê siyaset jî nikaribû xwe pêş bixe, dixwazin rê li pêşketina wê vekin û bibe partîyek Tirkîyê."
Demirtaş "Bila Navê pêvajoyê Pêvajoya Demokratîkbûn, Aşitî û Biratîyê "be.
Hêjayî gotinê ye ku şanda DEM Partiyê roja Şemiyê di heman saetan de li girtîgeha Edirneyê serdana hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş kir.
Şanda DEM’ê destnîşan kir ku Demirtaş piştgirî dide vê pêvajoyê.
Paşê jî li ser hesabê X’ê ya Demirtaş peyameke nivîskî hate belavkirin.
Demirtaş di peyama nivîskî de bal kişand ser wê yekê, ku hê jî navek li vê pêvajoyê nehatîye kirin û ew nav pêşnîyar dike û dibêje "Pêvajoya Demokratîkbûn, Aşitî û Biratîyê."
Wî daxuyakirin jibo piştgirîya raya giştî, zelalbûn bivênevê ye. Herwiha girînge ku zimanê aşitîyê bihê bikar anîn.
''Di ciyê têgehên serkeftin û têkçûnê de, divê li ser hizra paşerojeke şirîk a ku her kesek jê feyde bigre, rawestin.''
''Ger şert û merc jibo birêz Ocalan baş bû, ku însiyatîfek bigre, em dê jî li rex wî bin. Jibo bangewazîyê jî hemî Însiyatîf a wî ye. Lê wekî ku ew jî dibêje, jibo bangewaziyek jî, desthilatî, parlamento, divê bingeha hiqûqî û siyasî amade bikin, ev jî berpirsîyarîya wane."
Sîyasetvanê Kurd anî ziman ku niha bi hin nîyetên pak pêvajoyek destpêkirîye lê pêdivî bi hin gavên lezgîn hene.
Demirtaş got, ''Em amade ne jibo aşitîyek sîyasî piştgirî bidin".
Hevserokê berê yê HDPê weha dewam kir:
''Lê aşitîya sîyasî, divê rê li aşitîya civakî, wekhevî, demokratîkbûn, edalet û azadî veke. Bi vî awayî mayinde dibe û xêra wê digihîje hemî welat. Bi vî awayî gel jî wê piştgir be û dema piranî lê xwedî derkeve, provakasyon jî wê vala derkevin."
Demirtaş spasîya xwe li Erdogan, Bahçelî û serokê CHP’ê Ozgur Ozel jî kir:
''Ruyê Kurdan jî berê wan jî li Tirkîyê ye, ger aşitî û demokrasîyek qayîm ava bibe, di vê pêvajoyê de her alî wê serbikeve. Lê jibo wê jî hêvî ya min ew ku Komara Tirkîye jî rûyê xwe û berê xwe bide Kurdan."
Your browser doesn’t support HTML5