Piştî 3 Salan di Doza Tahir Elçî de Pêşketinek Çênebûye

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, sê sal berê, di 28'ê Mijdara 2015'an de, li navça Sûrê piştî daxuyaniyek bandora pevçûnan li ser avahiyên dîrokî, li ber Minara Çar Ling di nav pevçûnek de hat kuştin.

Heta neha di doza Elçî de 2 serdozger, 3 dozger hatin guhertin.

Nêzî 30 polîsên ku di dema kuştina Elçî de li heman derê bûn, weke şahidên bûyerê îfadeta wan hatiye girtin. Lê heta neha ti kes weke gumanbar nehatiye tespît kirin.

Nesat Girasun

Parêzêr Neşet Gîrasun kuştina Elçî wek "kuştinek polîtîk" bi nav dike û dibêje ku Serdozgeriya Amedê di vê dozê de erka xwe bi cî neanî.

Roja Çarşemê Baroya Amedê li ber Mînara Çarlingî bernama yadkirinê li dar dixe, herwisa jibo bîranîna Elçî jimareke bername jî tên amade kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_11_27_2018_Elci