Emîne Şenyaşar Çima Çalakîya Xwe Dibe Enqerê?

Emîne û Ferît Şenyaşar

Jina Kurd ya bizavkar Emîne Şenyaşar biryar da ku çalakîya xwe ya bi navê ‘’Nobeta Edaletê’’ ji roja Sêûemê pê ve li Enqerê bidomîne.

Ev bûye 846 roj ku jina Kurd, ligel kurê xwe Ferît li pêş Edlîyeta Ruhayê çalakîya xwe ya rûniştinê dikin. Ev çalakî doza dadmendîyê dike jiber kuştina hevjînê Emîne û du kurên wê.

Di 14ê Hezîrana 2018'an de, parlemanterê AKP yê wê çaxê Îbrahîm Halîl Yildiz ketibû dikana malbata Şenyaşar ya li bajarokê Sirucê, bi mebesta ku piştgirîya wan di hilbijartinên wê salê de bixwaze.

Lê, dema ku malbatê red kir ku piştgirîyê bidin wî, pevçûnek di navbera birayê Yildiz, Mehmet Yildiz û birazîyê wî Îbrahîm Yildiz ji alîyekî ve, û kurên Emîne, Celal û Adil, ji alîyê din ve, derket holê. Piştî ku her du kurên Emînê û Mehmet Yildiz birîndar ketin, ew ji nexweşxaneyê re hatibûn rakirin, lê Mehmet Yildiz li wir jiber birînên xwe miribû.

Dû re, malbata Yildiz êrîş biribûn ser nexweşxaneyê û her du kurên Emîne kuştibûn. Dema ku Emîne û hevjînê xwe Esved jibo serdanê çûn nexweşxaneyê, Esved jî ji alîyê malbata Yildiz ve hatibû kuştin.

Doza kuştina Esved, Celal, Adil Şenyaşar û Mehmet Şah Yildiz, li Dadgeha 3’yan ya Cezaya Giran ya Meletî roja Sêşemê hate dîtin. Di dozê de Fadil Şenyaşar, Enver û Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek bi sucê ‘bi qestî mirov kuştine’ tên dadgeh kirin.

Dozgerî li ser kuştinên li dikanê û yên li nexweşxanê du lêpirsînên cuda vekir. Fadil Şenyaşar ji doza êrîşa li dikanê, ji kuştina Mehmet Şah Yildiz bi 37 salan. Enver Yildiz jî ji kuştina Celal Şenyaşar bi 12 salan hate ceza kirin.

Lêl parêzerên malbata Şenyaşar, ceza birin Dadgeha Heremî ya li Entabê. Dadgehê di biryara xwe de got ku "divê ev doz di yek dosyayê de were dîtin'' û cezayê Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz betal kir.

Li ser vê biryarê, dosyeya êrîşa dikanê û dosyeya êrîşa nexweşxanê bûn yek û Fadil Şenşayar û Enver Yildiz ji nû ve tên darizandin. Ligel wan jî mirovên parlamenter, Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek, bi heman sûcî girtî ne û tên dadgeh kirin. Di rûniştina roja Sêşemê de dadgeha li Meletî biryar da ku Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz girtî bimînin.

Jiber ku dadgehê Fadil Şenyaşar ji girtîgehê berneda, Emîne Şenşayar jî piştî rûniştina dozê ragihand ku ewê çalakîya xwe li Enqerê bidomîne.

Bulent Duran, parêzerê malbata Şenşayar got ku ne tenê Emîne Şenyaşar, lê gelek kes wekî wê mexdûrên biryarên edaletê ne.

Duran dîyar kir ku Emîne Şenyaşar wê li Enqerê bi wan kesan re têkoşîna xwe ya jibo dadmendîyê bidomîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku dadgehê doz paşve xist û biryar da ku rûniştina pêncan wê di 6’ê Cotmehê de li Meletî were lidarxistin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_18_07_23_Doza Şenyassaran