Dadgeha Tirk di Doza Kuştina Denîz Poyraz de Biryara Xwe Eşkere Kir

Dadgeha Cezaya Giran ya 6’an ya Îzmîrê, bi sucê ‘kuştina plankirî' cezayê giran yê hetahetayî li kujerê jina Kurd, Denîz Poyraz, Onur Gencer birî.

Dadgehê herwiha jibo ku zîyana mal kiriye, mafê destnedana avahîyê binpê kiriye, jî 9 sal cezayê zindanê da wî.

Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de, êrîşek çekdarî li ser avahîya Partîya Demokratîk ya gelan (HDP) kiribû û Poyraz kuştibû.

Gencer, piştî kuştina Poyraz fotoyên meytê wê li ser medya civakî parve kiribû û 40 deqe şûnda xwe teslîmêî polîsan kiribû.

Gencer di îfadeyê xwe de gotibû ku jibo ku rika xwe daye PKK’ê û di çavê wî de HDP jî weke PKK ye, loma wî êrîş kiriye û wê rojê plana kuştina gelek kesan kiriye.

Parêzera malbata Poyraz, Turkan Aslan jî got ku ew biryara dadgehê nas nakin û dizanin ku Onur Gencer bi sere xwe ew êrîş plan nekiriye.

Wê anî ziman ku lingê sîyasî yê dozê heye û karbidestên dewletê bixwe jî sucdar in.

Aslan, bi taybetî Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu sucdar kir û got ku ewê bi fermî gilîya Soylu bikin.

''Kujer bi serê xwe ev êrîş plan nekiriye. Ev, êrîşek sîyasî ye. Suleyman Soylu bi daxuyaniyên xwe her dem êrîşî HDP’ê dikir, lewma di vê êrîşê de rola wî jî heye.”

Aslan anî ziman ku jibo cezakirina faîlên sîyasî û hêzên li pişt wî, ewê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.

''Em cezayê, ku bê me hate dayîn, qebûl nakin. Heta ku hemî kesên pişt vê êrîşê neyên dadgeh kirin, Me dît ku faşîzm li hemî sazî û dezgehên dewletê de rûniştî ye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Doza Denîz Poyraz salek berê destpê kir û di heft rûniştinan da bi encam bû. Kujer Onur Gencer pir caran di rûniştinan de peyîv û kirinên nexweş li hember endamên malbata Poyraz dikir û ji avuqatan re digot ‘hun parêzvanên PKK’ê ne.’’

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_27_2022_Doza_Denîz_Poyraz