Doza Tahîr Elçî li Amedê Hate Dîtin

Your browser doesn’t support HTML5

Rûniştina duyê di atmsofereke erênî de derbaz kir û sê polîsên gumanbar bi rêya înternetê ifade dan û li dijî îdiayan derketin
Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li Amedê, di dema xwendina daxuyanîyekeê de hatibû kuştin.

Piştî lêpirsîna 5 salan, dozname amade bû û di 21’ê Cotmehê de rûniştina yekê ya dozê destpê kir.

Lê di rûniştina pêşî de dadger nehîştibû hevjîna Tahir Elçî biaxife, herwiha daxwaza beşdarbûnê ya parêzeran red kiribû û ew rûniştin bi daxwaza redihakim encam bû.

Lê rûniştina duyê ya ku roja Çarşemê hate dîtin, di atmsofereke erênî de derbaz kir û sê polîsên gumanbar bi rêya înternetê ifade dan û li dijî îdiayan derketin.