Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekir bi daxuyaniyek ragihand ku Wilayeta bajêr serdana wan jibo lidarxitina mîtîng û şahiya Aşitiyê red kirîye.
Platformê dixwest di 4ê mehê de, roja Şemîyê mîtînga 1ê îlonê Roja Aşitîyê ya Cîhanê lidarbixe.
Endamên Platformê bi daxuyanîyekê ragihan ku di 4ê mehê de jiber ku li bajêr bernameyek navnetewî heye û gelek rayedarên dewletê li wir amade ne nikarin ewlehîya mîtinga aşitiyê bistînin.
Vê jî bixwîne: Serokê ÎHD'ê: Pêwîste Tirkiye Bi Kurdan Re Aşitîyê ÇêkeBerdevka Odeya Muhendisên Makîneyan Arin Zumrut û endamê platformê Mehmet Ceylan daxuyanî dan û destnîşan kirin jibo beşdarîyek zêde çêbe herwiha gelek endamê wan karker û karmendên dewletê ne nav heftê de, nikarin beşdarî mîtîngan bibin. Lewma çalakiyên girseyî dixwazin dawîya heftê çêkin.
Zumrut da xuyakirin ku Wîlayetê gotîye, di 31ê tebaxê de an jî 1ê îlonê de destûr heye, ''Lê jibo amadekarîya mîtîngek girseyî herî kêm sê roj amadekarî divê. Em nikarin di rojekê de amadekarî bikin. Divê biryara rojê ya komiteya amadekar be, rojê nekin hiceta betalkirina mîtînga aşitîyê.''
Platforma Ked û Demokrasîyê dê, di roja 4ê îlonê de li Ofîsê daxuyanîyek girseyî jî bide.
Hêjayî gotinê ye ku dihat çaverkirin di 5ê îlonê de li Stembolê jî mîtînga Aşitîyê çêbe lê hate ragihandin ku serlêdana Stembolê jî hatiye redkirin.
Your browser doesn’t support HTML5