Devrim Ayik xortek 26 salî ye, di kovara Ozgru Halkê de dixebitî.
Dewlet ev kovar weke propagandaya PKKê dibine. Devrim du sal berê bi hiceta endamê rêxistina terorî ye hat girtin. Di nav du salan de nexweşiyek giran ya roviyan lê peyda bûye bi navê Kron.
Du emeliyatên giran derbas kiriye, nêzi mitroyek roviyê wî hatin jêkirin. Divê her meh bibin kontorla doktor herwisa xwarinên taybet bixwe.
Dayika wî Hulya Ayik behsa rewşa kurê xwe dike.
Hulya destnîşan kir şertên girtîgehê jibo dermankirina kurê wê ne musaite û jibo li malê were dermankirin, serî li werzareta Dadê daye lê jêre hatiye gotin çi pêdivî heye jibo dermankirina wî, tê kirin û dexwaza wê hatiye red kirin.
Hulya got bi hezaran girtîyên nexweş hene.
Ew dibêje jiber rewşa DEvrîm hiş di serê wê de nemaye.
Ew bang dike û dixwaze kurê digel hemî girtiyên nexweş serbest werin berdan û li malê xwe di nav hezkiriyên xwe de werin dermankirin.
Hun dikarin ji fayla deng raportê gohdar bikin
Your browser doesn’t support HTML5