Sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş îro Çarşemê jiber îdiaya heqaretê li serokwezîrê Tirkîyê kiriye, derdikeve pêş dadgehê.
Ev doz yekandina sê dozên cihê pêk tê û doz jiber gilîya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu hatiye vekirin.
Davutoglu, di Îlona 2015an de li ser gotara Demîrtaş ya li Cizîrê, ew gilî kiriye û sê dadgehên Tirkîyê derheqa hevserokê berê yê HDPê doz vekirine. Lê jiber mijar yeke her sê doz jî kirine yek.
Di sala 2015an de dema şerê xendekan, di meha Îlonê de li Cizîrê qedexa çûn hatinê hate ragihandin. Di qedexa pêşîn de Cemîle Çagirga ya 11 salî û Mîraya 3 mehî bi guleyên dûravêjan (sekvanas) hatin kuştin, meytê wan bi rojan di sarincan da hatin veşartin. Piştî rakirina qedexeyê, sivîlên ku hatine kuştin bi merasîmekê hatin binax kirin.
Hevserokê berê yê HDPê Demîrtaş li ser bûyeran, kuştina zarok û sivîlan axifî nîrxandinek giştî kir. Lê jiber ku hawarê negihandine birîndaran, ji serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu re gotibû ''Serokwezîrê Tirk yê kujer''.
Davutoglu, niha li hember desthilatîya AKPê partîyeke opozîsyonê ya bi navê Partîya Pêşeroj ava kir, li ser gotina Demîrtaş gilî kiribû û derheqa wî sê doz hatibûn vekirin.
Avuqatê Demîrtaş, Ramazan Demîr dibêje ku ev doz girîng e jiber ku piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan cara pêşî ye Demîrtaş derdikeve pêş dadgehê.
''Em dibînin li dadgehên Tirkîyê dibê qey ji Dadgeha Ewrupa biryar derneketiye, doz didomin. Divê roja biryar derket hemî doz betal bibûna, lê hem dadgeh hem serokomar wekî ku biryarek bi vî rengî nehatibe dayîn tevdigerin. Ev jî helwesteke sosrete jibo hiqûqê. ''
Demîr bal dikşîne ku piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan jî ti mafeke qanûnî ya Demîrtaş jî bi cîh neanîn.
“Emê li dadgehê bipirsin ka çima rêbazên destûra bingehîn jibo Demîrtaş bi cîh nehat. Jibo me girîng e jiber ku emê binêrin ka piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan helwesta dadgehan çawa ye.''
Hêjayî gotinê ye derbarê Demîrtaş de 62 fezleke hene û 8 doz didomin û her yek dozek ji yekandina dozên cuda pêk tê.
Your browser doesn’t support HTML5