Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan Îro Biryara Demîrtaş Radigihîne

Selahattîn Demîrtaş

Dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirovan di 20’ê Mijdara 2018’an de jibo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biryar dabû ku mafê wî yê hilbjiartinê hatiye binpê kirin û bêyî ceza demekî dirêj girtî hatiye hîştin.

Di 4’ê Mijdara 2018’an de dadgeheke li Stenbolê bi îdiaya ku propagandaya rêxisitna terorê, 4 sal cezayê zindanê dabû Demîrtaş û biryara Dadgeha Ewrupa bi cîh nehatibû.

Parêzera Demîrtaş, Benan Molu da zanîn ku di salên dawî de serdanên jibo Daîreya Mezin ya Dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirovan herî zêde li ser dadgehkirina rewayî yan jî ser azadîya wijdan û olî bûne.

'Me xwest ku dadgeh bi biryara xwe cîh bide tespîta ku Tirkîye jiber bizavên Demîrtaş yên sîyasî dixwaze wî bi girtinê bêdeng bike.''

Molu xuya kir ku di biryara sala 2018’an de dadgehê jibo azadî û ewlehîya Demîrtaş biryar nedabû.

''Dadgehê pêdivî nedîtibû ku li ser îtîraza me ya binpêkirina mafê azadî û ewlehîyê biryar bide. Lê, em dijî wê biryarê derketin ku delîlên hatine destnîşankirin nikarin bibin sedema girtina Demîrtaş. Em dixwazin daîreya Mezin li ser vê xalê jî me mafdar bibîne.''

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_22_2020_Demîrtaş