DEM Partî Dibêje Êrîşên Tirkîyê ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê Tawanên Şer In

Piştî bomberankirina Tirkîyê dîmenek ji îstasyoneke elektrîkê ya li herema Hesekê (20 Mijdar, 2022)

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşên dawî yên Tirkîyê ser heremên Bakur û Rojhilata Sûrîyê şermezar kir.

Desteya Rêvebirîya Navendî ya DEM Partî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û hevalbenda wî Tevgera Netewperwer (MHP) bi domandina sîyasetên şer tawanbar kirin.

“Desthilatdarîya AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên şer yên ku her roj û li her qadê dibe sedema mirin û trawmayên civakî, bi kûrkirin û bê pîvan didomîne,” DEM Partî got.

DEM Partî dîyar kir ku Tirkîyê di du rojên dawî de gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê careke din bi firokeyên şer kirine armanc û wargehên sivîlan û binesazîya jiyanî ya sivîl bombebaran kir.

“Di encama êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî birîndar bûne. Ev siyaseta ku di şer de îsrar dike ziyanê dide jîyana sivîlên bêguneh û tawanên şer pêk tîne,” DEM Partî got.

DEM Partî herwiha dîyar kir ku armanca serekî ya êrîşên Tirkîyê gelê Kurd e û armanckirina cihên sivîl û mirovên bêguneh jî nîşana vê ye.

“Eşkere ye ku armanca serekî ya êrîşên Kurd in û armanckirina cihên sivîl û mirovên bêguneh jî nîşaneya vê ye,” DEM Partî got.

DEM Partî bo rawestandina êrîşên Tirkîyê bang li civakên navxweyî û navnetewî kir da ku ew tevbigerin.

Hêjayî gotinê ye ku di 22 û 23’ê Berfanbarê de, endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîş birin ser hezên artêşa Tirk yên li Herêma Kurdistana Îraqê. Di encamê de hejmareke leşker hatin kuştin.

Piştre pêleke êrîşên esman û yên bi dronan ji alîyê Tirkîyê ve dijî herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê destpê kir. Tirkîyê dibêje hêzên Kurd li Sûrîyê girêdayî PKK'ê ne û ew şerê wan dike.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Sêşemê ragihand ku Tirkîyê wargeh û binesazîyên sivîl bomberan dike. Di êrîşên roja Duşemê de 8 sivîl hatin kuştin û 18 din jî birîndar bûn, HSD'ê got.