Tahir Demirtaş, bavê Selahattin Demîrtaş roja yekşemê li Amedê koça dawî kir.
Tahir Demirtaş, 75 salî bû, ev demek dirêj e nexweşiya dil heye, dema ku ew rastî celteya dil hatbû, rayedarên Tirkiyê rê dabûn Selahattîn Demirtaş ku were bavê xwe bû demek kurt bibîne.
Kes û karên wî dê li Goristana Deriyê Mêrdînê termê wî roja Yekşemê berê êvarê piştî nimêjê li Amedê, bispêrin axê.
Şêwrimendê Demirtaş Zinar Karavîl ji Dengê Amerîka re da zanîn ku Selahattîn Demirtaş bi rêya evûqatên xwe ragihand ew dê beşdarê rêûresma oxira dawîn ya bavê xwe nebe.
''Jibo ku ew dibêje, ew dîlên sîyasî ne, jiber rewşek mirovî ne hewce ye ku destûrê bixwaze.''
Partîya DEM jî jibo bavê Selahattîn Demirtaş peyama sersaxîyê belav kir û wiha got, ''Birêz Demirtaş dîlekj sîyasî ye, ew beşdarê oxirkirina dawîn ya bavê xwe nabe. Wî ragihand ku ew dê şîna xwe bi serê xwe di hucreya xwe ya li girtîgehê de bike. Jibo beşdarîya oxirkirinê jî tu dexwazek wî nîne.''
DEM Partî di peyama xwe ya sersaxiyê de jî got "Jibo Tahir Demirtaş em pir xemgîn in. Serê Selahattîn Demirtaş û malbata wî, serê me sax be. Tahir Demirtaş bavê zarokên tekoşer bû, ciyê wî bihuşt be."
"Hevalê me yê ku jibo sîyaseta demokratîk tekoşînê didin, bi êş û janên weha re rûbirû dimînin, nahêlin di kêlîyên dawîn de li rex dê û bavê xwe bin. Ev sîstema zilimkar dê di hêrsa xwe de bifetise.'' DEM Partî got.
Selahattîn Demirtaş, ji 4'ê Mijdara 2016'an vir de girtî ye û ji tawana 'Rêvebirê rêxistina terorê' li Girtîgeha Edirnê de zindanî ye.
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş hefteyeke ji doza Kobanê parastina xwe dike.
Wî di parastina xwe de roja yekê behsa rewşa mirovî ya xwe, ya heval û hogirên xwe kir û got ''Jibo ku em rehînên sîyasî ne, nahêlin ku kêlîyên dawîn yên dê û bav û hezkiriyên xwe de em li rex wan bin, xatir ji wan bixwazin. Nahêlin bi malbata xwe re em şîna xwe bikin. Ev rewş bi serê xwe îşkence ye."
Wî her wiha gpt "Em sirgûn in, malbat û evûqatên me jî bi me re sirgûn dikin. Malbata min dema jibo dîtina min hatin qeza kirin, dayika min seqet ma, êdî nikare were serdana min jî. Ev zilm e''
Hêjayî bîrxistinê ye ku Tahir Demirtaş par di 12ê Mijdarê de celteya dil derbas kir û wê demê Selahattîn Demirtaş serî li Wezareta Dadê da ku serdana bavê xwe bike. Wê demê jibo saetek destûr dan û Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê anîn, li nexweşxana Gazî Yaşargîlê hat serdana bavê xwe.