Malbatên Qurbanîyan ji Davutoglu Dixwazin Gotinên Xwe Zelal Bike

Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Înê li bajarê Sakarya gotibû ku "Ger deftera tekoşîna li dijî terorê vebe, gelek kes dê nikaribin têkevin nav mirovan."

Davutoglu dîyar kiribû ku gelek sîyasetvan rexneyan li wî dikin, taybetî ji rexneyên tund jî MHP’ê tên.

"Em bînin bîra xwe. Ger rojek dîroka Komara Tirkîyê were nivîsîn, dê were dîtin ku dema di navbera 7’ê Hezîran û 1’ê Mijadara 2015'an dê wek qonaxeke girîng dê were tomar kirin."

Davutoglu, MHP’ê sûcdar dike ku di wê demê de çar teklîfên hikûmeta koalîsyonê qebûl nekirîye û di tekoşîna dijî terorê de ew tenê hîştine.

Lê, malbatên qurbanîyên peqînên Sirûc, Amed û Enqerê bi daxuyanîyeke hevpar ragihand ku ew dixwazin Davutoglu rastîyên li pişt wan peqînan eşkere bike.

Malbat dixwazin ku Davutoglu beşdarê dozê van teqînan bibe ku vê gavê hîn berdewam dikin.

Însîyatîfa malbatên teqîna 5ê Hezîranê, yên teqîna Enqere û Sirûcê li sê bajaran daxuyanîyek hevdem dan bîragiştî.

Însîyatîfê li Amedê di preskonefaransekê de bang li Davutoglu kir ku rastîyan eşkere bike.

Di nav 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015'an de li Tirkîyê êrîşên bombeyî yên DAIŞ’ê û PKK’ê rû dabûn.

- Di 20’ê Tîrmehê de li Sirûcê endamekî DAIŞ’ê êrîşeke xwekuj ya bombeyî pêk anî û 33 ciwanên endamên Federasyona Komelên Sosyalîst kuştin.

- Di 22’ê Tîrmehê de li Ceylanpinarê du polîs li mala xwe hatin kuştin û ev bûyer bûbû dawîbûna peyvajoya çareserîya pirsa Kurdî

- Di 6’ê Îlonê de li devera Oremarê di êrîşa PKK’ê de 16 leşker, di 8’ê Îlonê de li sê bajaran 15 polîs hatin kuştin

- Di 10’ê Cotmehê de li Gara Enqerê endamên DAIŞ’ê ser beşdarên mîtînga HDP’ê du êrîşên bombeyî pêk anîn û 103 kes kuştin û 391 kes birîndar kirin