Peyvên "Kurd û Kurdistan" Dibin Sedema Girtina Partiyên Kurdan li Tirkiyê

Partiya Sosyalîsta Kurdiatanê li Amed - Diyarbakir

Piştî Partiya Azadiya Kurdistanê, Dadgeh Destûra Bingehîn jibo girtina Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSKê jî, doz vekir. Weke sedem jî di nav û bernameya partiyê de gotinên "Kurd û Kurdistan" û pêşniyar jibo çareseriya pirsgirêka Kurd hene, nîşandane.

Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel li ser biryara dadeghê daxuyaniyek da çapameniyê. Bozyel got, ev doz jibo wan ne tiştekî nû ye, jiber ku bi dehan salen e poltikaya red û înkarê li ser gelê Kurd û Kurdîstanê tê meşandin.

Wî got PSK tekoşîna bizehmet û giranbuha tu carî ji rêbazên demokratîk û meşrû dûr neketiye.

Birêz Bozyel salên 90î bibîr anî û îfade kir ew sal jibo birêxistinbûna Kurdan ya di qada legal de û girtina partiyên siyasî pêvajoyek dîrokî ye.

Bozyel dibêje "Nêzî 30 partiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn hatibûn girtin. Ku bi girtina partiyên siyasî çareserî pêk bihata diviya Tirkiye hemî pirsgirêkên xwe bi van girtinan çareser bikira."

Wî bibîr xist ku di salên 2000î de derbarê dozên girtina partiyên siyasî de hin pêngavên erênî jî hatin avêtin. Bi reforman gavên Dadgeha Destûra Bingehîn di sala 2008'an de di doza giritna HAKPAR û AKPê red kir.

" Biryara giritnê jiber helwesta dewletê ya li dijî Kurd e ku di van salên dawî de, carek din vegeriyane ser hîma xwe yê esasî ku li ser red, înkar û tunekirinê hatiye avakirin. Ev yek ji tifaqa AKP û MHPê re hat destpêkirin. Di heman demê de vekirina doza giritnê ya li dijî PSK, PAK, PDK-Tê û encama helwest û siyaseta desthilatdariya siyasî ya dewleta Tirk e ku li dijî gelê Kurd tê meşandin."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed