15ê Hezîrana 2019’an de, li gundê Çêltûka ya ser bi navça Siwêrega Ruhayê ve, ji Eşîra îzolan, di nava du malbatên pismam da pevçûnek rû da.
Di wê êrîşê de Heqî û hevjîna wî Zozan; jinbira Heqî, Meral û kurê wê Serhad bi destê xizmên xwe bi kelşnîkofan hatin kuştin.
Serdar îzol, hevjînê Meral û bavê Serhad; birayê Heqî ye. Ew roj jibo ku çuye nexweşxaneyê ji êrîşê filitîye.
Wî da zanîn ku pirsgirêka di nav wan de jiber erd û zevîyan destpêkirîye û ev çîroka 20 sal berê ye.
"Birayê me hate kuştin, kirin situyê me. Erdê wan 15 hezar donim e, yê me 5 hezar bû. Erdê me yê li ser bavê min tapokirî, bi fêl û xapandinê ji bavê min standin. Ew roj kî bi deste wan biketa hemîyan dikuştin, jiber ku her tiştek pilan kiribûn."
"Em edaletê dixwazin, deste kî ket xwîna malbata min divê bi cezayê giran werin dadkirin."
Serdar bi malbata êrîşkar re li heman gundî dijî û dibêje "Hem malê me çû hem canê me, jiber abıriya xerab jî ji gund pêştir nikarim li bajar û navçeyan bijîm, jiber ku qeweta min nagre."
Şeş zarok ji birayê wî Heqî man. Birazya wî Dîlan, ji xwîşk û birayê xwe re dê û bavtî dike.
Hemî jî bi tirs û xof in, dixwazin edalet jibo cangoriyê wan bi encam bibe.
Your browser doesn’t support HTML5