CHP: Biryarên Doza Kobanê Nîşan Didin ku Tirkîye ji Hiqûqê Çiqas Dûr Ketiye

Partîya Gel ya Komarî (CHP), ku li Tirkîyê partîya serekî ya opozîsyonê ye, ser cezayên Doza Kobanê bertek nîşan da.

Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin got ku biryarên Doza Kobanê nîşan didin ku Tirkîyê ji dewleteke hiqûqî çiqas dûr ketiye.

Gunaydin jiber cezayan gotinên ser nermbûna sîyasetê yên karbidestên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê bi bîr xist.

Wî dîyar kir ku biryarên Doza Kobanê dîrokî ne û nîşan didin ku nermbûna sîyaseta welêt û AKP çiqas dûrî hevdu ne.

Parlamanterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî ser biryarên Doza Kobanê got ku ne hiqûqî ne, lê sîyasî ne.

‘’Meriv nikare van biryaran bi pîvanên hiqûqê raber bike. Vê dozê, bi pêdivî û rojeva sîyasatê destpê kiribû û hatibû meşandin, niha jî encamên wê jî li gor wan pêdivîyan tê ragihandin.’’

Tanrikulu dîyar kir ku darizandineke adil çênebûye û li dadgehê guh nedane mafên berevanîyê.

Wî dîyar kir ku ger normalbûn hebe divê ew berî her tiştî bi hiqûqê destpê bike.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel di rojên borî de serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû û her du rêberan piştî civînê ser normalbûna peywendîyan û nermbûna sîyaseta welêt peyamên germ û erênî dabûn.

Erdogan gotibû ku ewê jî jibo nermkirina sîyasetê serdana CHP’ê bike ku ji wê demê vir ve nermkirin û normalkirina sîyasetê di rojeva Tirkîyê de ye.

Di Doza Kobanê de jibo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.

Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.

Jêder: ANKA, Artı Gerçek, X