Kempeyneke Nû ya Ser Mafên Zarokan: Erêkirina Zarokan

Komela "Berî Her Tiştî Zarok" li Amedê, vîdyoyeke anîmasyonî li ser zarokan amade kir û bi Kurdî belav kir.

Di salên dawî de rêjeya îstismara zayendî û destdirêjî li ser zarokan pir zêde bûye.

Armanca vê vîdyoyê jî ewe ku bi zarok û malbatan bide zanîn ku yên li ser bedena zarokan xwedî gotin, tenê zarok in.

Hêja Turk di vîdyoyê de deng daye û hemî karên teknîkî jî bi alîkarîya Zarok TV hatiye çêkirin.

"Ji te pê ve, mafê kesî tune ku biryarek li ser bedena te bide" yek ji sloganên vîdyo ye.

Komela Berîya Her Tiştî Zarok di Hezîrana 2017'an de hat ava kirin û armanca wê parastin û pêşxistina hemî mafên zarokan e.

“Bi wê vîdyoyê em armanc dikin ku bi zarokan bidin zanîn yên li ser laşê zarokan xwedî gotin, tenê zarok in,” rêvebira komelê, Nurhak Yilmaz dibêje.

Yilmaz dîyar dike ku heta ji destê wan tê, ew dixwazin hemî xebatên xwe bi Kurdî bikin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_03_05_2018_Zarok

***

Kerem kin vîdyoya anîmasyonî temaşe bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Anîmasyona jibo Mafên Zarokan