Ofîsa Parastina Zarokan aya Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê encamên xebatên xwe yên salekê eşkere kir.
Ofîsê di raporta xwe de destnîşan kir ku di sala borî de wê 535 gilî wergirtîye û şopandîye.
Di Derbarê vê mijarê de, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li bajarê Hesekê Xalid Cebir ji Dengê Amerîka re got ku ''Doseyên haitne şopandin girêdayî mijarên leşkerkirin û karkirina zarokan li bakur û rojhilata Sûrîyê ne.''
Li nav mijarên ku raportê bal kişandîye ser mijara leşkerkirina zarokan di nav hêzên leşkerî de, ku li gorî hejmarên raporê 143 zarok ji nava refên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatine derxistin.
Birêz Cebir di dirêjahîya axaftina xwe de diyar kir ku niha ew yasayeke taybet bi parastina zarokan amade dikin.
Ji hejmara giştî ya gilîyan ku di raportê de hate eşkere kirin 535 gilî hene, ji wan 387 gilîyên malbatên xwedîyên zarokên di nava hêzên çekdar de hene.
Ev tê wê wateyê ku hîn çarenivîsa 244 zarokan nehatîye dîyar kirin.
Malbatekê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got zaroka wan ya 14 salî ev du sal in winda ye û ew bi guman in di nava hêzên leşkerî de ye.
Çavdêr bawer dikin ku ev hejmarên Ofîsa Parastina Zarokan nêzîkî rastîyê ne.
Cebir, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan, dibêje ku ''Ji ber girîngiya mijara parastina zarokan babeta 45an de di Rêziknameya Hevpeymana Civakî de hat dayîn.''
Li gor hejmarên di raportê de hatine ragihandin, di mijarên destdirêjiya seksî li ser zarokan de ofîsê destwerdan di neh dozan de kiriye.
Herwiha wê destwerdan di 38 dosyayên saxlemkirina zarokan de kiriye, û li ser 10 dozên zarokên winda lêkolîn kiriye.
Li aliyekî din, 23 zarok ligel 17 zarokên ku dê û bav ne diyar in li navendên taybet bi zarokan hatin bicihkirin.
Li ser dosyaya karkirina zarokan, nivîsgehê 51 doz şopandiye û çareser kiriye.
Your browser doesn’t support HTML5