Bi dehan xwepêşander do Yekşemê li pêş avahîya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Qamişlo yê bakur û rojhilata Sûrîyê kom bûn, da ku birina zarokan bo leşkerîyê şermezar bikin.
Ev xwepêşandin derket piştî ku hate ragihandin çend keçên sîpe yên jêr 18 salî hatine birin da ku tevlî grûpên ser bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bibin.
HSD li Hezîrana 2019an planeke kar ya hevbeş ligel YN îmze kiribû jibo dawîkirina birina zarokan bo nav hêzên çekdar. Lê NY dibêje ku ji wê çaxê ve 160 doz hatine piştrast kirin.
Belqîs Hisên ya 40 salî, dibêje ku ev bûye neh roj ku keça wê ya 15 salî windayî ye.
“Keça min li jêr temenê qanûnî ye. Ez naxwazim ew were şandin bo leşkerîyê û çekan hilgire,” Hisên ji Dengê Amerîka re got.
Xalid Cebir, hevserokê ofîsa parastina zarokan li nav Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku di van rojên dawî de penc gilî derbarê windabûna keçan hatîye tomar kirin.
Cebir got ku, “Ofîsa me karîbû alîkarîya berdana yekê ji wan keçan misoger bike.”
Wî herwiha da zanîn ku birina zarokan bi leşkerîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê pirsgirêk e û Rêvebirîya Xweser qet vê yekê qebûl nake.
Cebir herwiha dîyar kir ku ji Cotmeha 2020an ve heta niha ofîsa wan 213 keç li malbatên wan vegerandîye.
Revandin
Dê û bavên hinek ji zarokên windayî koma Ciwanên Şoreşger bi revandina van keçan tawan bar dikin. Ciwanên Şoreşger, grûpeke gencan ya ser bi Partîya Yekîtîya Demokratîk e.
Ez piştrast im ku Ciwanên Şoreşger keça min revandîye, jiber ku yek ji hevalên wê ya ku hate berdan, ji me re got ku ew li ba Ciwanên Şoreşger girtî bû,” Belqîs Hisên got.
Wê herwiha got ku “eger ev keç hatîye berdan, çima keça min û hevalên wê yên mayî jî nayên berdan?”
“Min peywend bi berpirsên PYD û HSD’ê re derbarê doza keça xwe kirîye, het bi ofîsa [fermandarê giştî yê HSD’ê] Mezlûm Ebdî re jî,” Hisên dîyar kir û anî ziman ku “heta niha wan sozên xwe bicih ne anîne.”
Lê Cebir, hevserokê ofîsa parastina zarokan, got ku niha hewildan tên kirin jibo berdana keçên mayî jî.
Givaştina Amerîkayê
Nicholas Heras, şîrovekarê siyasî li Enstituya Newlines li Washington’ê, Amerîka çavdêrîya doseya mafên mirov li cem HDS’ê dike.
“Givaştineke berçav ji alîyê Washington ve heye da ku artêşa Amerîka piştrast bike ku HSD’ê pîvanên serekî yên mafên mirov pêk tîne, wekî qedexekirina şandina zarokan bo leşkerîyê,” Heras ji Dengê Amerîka re got.
Wî herwiha da xuya kirin ku “mebesta plana kar ya NY ew bû ku rêyekê jibo pîvandin û nirxandina pêgirtina HDSê bi standardên navnetewî yên mafên mirov.”
“Eşkere ye ku HDS’ê daxwaz heye ku bibe hêzeke rewa li ser asta navnetewî û bi alîkarîya Amerîkayê. Kongresa Amerîka dikare roleke serekî bilîze da ku were piştrast kirin ku HSD’ê pêgirîyê bi pîvanên navnetewî li dijî birina zarokan bi leşkerîyê tîne, bi rîya girêdana alîkarîya ewlekarî ya Amerîka bo HSD’ê bi belgeyên zelal ku HDS’ê armancên NY pêk tîne,” Heras got.