Nirxandina Bertekên Tirkiyê Yên li Hemebr Gotara Cemîl Bayîk

Bayram Bozyel

Rojnama Washington Post, roja Çarşemê nivîsek Endamê Konseya Serokatiya PKKê Cemîl Bayîk weşand ku Bayik di wir de banga aştiyê ya bi dewleta Tirk re dikîbû.

Tirkiye PKK'ê weke rêxistineke terorîst binav dike û jibo ku nivîsa Cemîl Bayik weşandiye rayedarên hikûmetê bertek nîşanî rojnameyê dan.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Wezirê Karên Derve yê Tirkiyê Mavlut Çavuşoglu dibêjin Washington Post propagendeya terorê dike.

Herdû jî destnîşan dikin ku ew nikarin vê yekê di çarçoveya azadiya ragihandinê de binirxînin.

Çavuşoglu dibêje,"Ka em pirs bikin, gelo Washington Post îro dikare nivîsek al Bagdadî serokê DAİŞê biweşîne? " Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst ya Kurdîstanê Bayram Bozyel vê pêşketinê şîrove dike.

Ew dibêje, nivîsa Cemîl Bayik, şîdet û şer teşwîk nake û divê ev di çarçova azadiya ramanê de were nîrxandin.

Bayram Bozyel bibîr dixe ku beriya çend hefteyan TRT Kurdî ku kenala dewletê ye jî lê dîsan, bi Osman Ocalan re ku birayê Abdullah Ocalan e, roportajek çêkirbû.

Bayram Bozyel got, "Berteka Tirkiyê ne rast û dirûst û ji dil e. Jiber ku dema ku bixwazin peyamên Ocalan jî di dezgehên dewletê de diweşînin".

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed 04 07 2019