Hozan Canê Behsa Doza Xwe û Rojên di Zindana li Tirkiyê de Dike

Hozan Canê

Hunermenda Kurd Hozan Canê di dema hilbijartina serokomariyê de jibo bi stranên xwe piştgirîya kampeyna Selahattîn Demirtaş bike li Tirkiye bû û rojek berîya hilbijartinê li bajarê Edirne hate girtin.

Hozan Canê stranbêja naskirî

Bi hiceta ku endamê rêxistina terorê ye, ew çar sal di zindanê da ma. Ji heşt salan zêdetir ceza lê birîn û 10 roj şûnda doza wê li Dadgeha Bilind dê bê dîtin.

Keça Hozan Canê jî bi sûcê ku propagandaya terorê kirîye hatibû girtin. Ew neha li Almanya ye lê 15 sal cezayê wê jî hate erêkirin.

Hozan Canê jibo Dengê Amerîka behsa rojên xwe yên zindanê dike.

''Dema te mikrofona hunermend ji desta bigrî wî demî ew hunermend tê kuştin. Di hundirê hepsê de jî nikaribûn pêşî li hunera min bigrin. Min du pirtûk, 40 helbest û du senaryoyên fîlman nivîsand. Neha dixwazim klîbekê çêkim li ser zilma li ser jinan...''

Temametiya sohbeta bi hozan Canê re guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvîn bi Hozan Canê re 28 06 2021