Hest û Helwest: Bandora Yaseya Sîzer li ser Sûriyê

Di roja 17ê meha Hizêranê de, cezayên Amerîkî yên bi navê Yaseya Sîzer derbasî warê cîbicîkirinê bûn û riyaksyonên ciyawaz derxistin pêş.

Di demekê de ku ev ceza hikûmeta Sûriyê û rêjîma Beşar Esed û alîkarên wan dikin aramnc, ew bandorê didin ser jiyana xelkê sivîl, ê ku rastî buhabûna kel û pel û pêwîstiyên rojane bûne.

Amerîka bi vê yaseyê dixwaze fişarê bide ser rêjîma Sûriyê û piştgirên wê da ku vegerin ser maseya diyalogê û li gel opozisyonê tevlî çareseriyeke siyasî bibin.

Di sepandina van cezayan de, Amerîka rê dide rêxistinên alîkarîyên mirovahî ku pereyan vehuzin û karê xwe berdewam bikin.

Amerîka her wiha rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê ku di bin desthilatdariya Hêzên Sûriya Demokrat de ne, dide ber çavan.

Lê çawa be jî, berpirsên rêveberiya xweser û hin şareza jî behsa bandora neyînî ya van cezayan dikin.

Yaseya Sîzer dikare li ser erdê çi bike?

Hêzên herêmî û navnetewî yên ku piştgiriya rêjîma Sûriyê dikin çawa dikevin bin bandora van cezayan?

Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare çi bike ji bo sistkirina encamên van cezayan ji ser welatiyan?

Bernameya Hest û Helwest ev mijar li gel du çavdêrên siyasî gotûbêj kir: Mehmûr Biro ku li Nerwîj dimîne û Hozan Efrînî ku li Silêîmaniya herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Hozan Efrînî û Mehmûd Biro

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 30/6/2020