Brîtanya Ji Îranê Dixwaze Ku Bo Rêgirtina Li Şerê Îsraîl Û Hemasê Bandora Xwe Bikar Bîne

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly daxwaz ji Îranê kir ku bandora xwe li ser grûpên li herêma Rojhilata Navîn bikar bîne, da ku rê li pêş zêdebûna şerê Îsraîlê bi Hemasê bigire.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku Cleverly roja Înê bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahian re axifî û jê re got ku "Îran berpirsyariya kiryarên grûpên mîna Hemas û Hizbullahê ye ku bi salan piştgirî daye wan."

Wezareta Derve got, Cleverly her wiha dupat kir ku gefên ku Îran piştgirîya wan dike li dijî gelê Brîtanyayê nayên qebûlkirin û divê rawestin.

Brîtanya piştgirî daye mafê Îsraîl ji bo parastina xwe piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya ji alîyê grûpa mîlîtan a Hemasê ve, ku Îsraîl got 1,400 kes ku piranîya wan sîvîl bûn, kuştin û zêdetirî 200 kesên din dîl û rehîne girtine.

Çavkanî: Reuters