Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dê Roja Şemiyê Banga Agirbesta Xezayê Ji Wezîrên Derve Yên Herêmê Bibihîse


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê daxwazên agirbesteke bilez li Xezayê bibihîse dema ku ew roja Şemiyê bi wezîrên derve yên Rojhilata Navîn re li Urdunê bicive, Wezareta Derve ya Urdunê got.

Wezaretê di daxuyaniyekê de roja Înê got ku wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Qeter, Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî, Misir, Urdun û herwiha nûnerên Filistînî dê tekezî li ser "helwesta Erebî ya banga agirbesteke bilez, gihandina alîkariyên mirovî û rêyên bidawîkirina xirabûna metirsîdar a ku ewlehiya herêmê dixe bin gefan, bikin."

Nivîsgeha Mîqatî di daxuyaniyekê de got ku serokwezîrê rêvebirina kar yê Lubnanê Necîb Mîqatî di civînekê de bi Blinken re li Emmanê, roja Şemiyê, tekezî li ser giringiya karkirina ji bo agirbestekê li Xezayê û rawestandina tiştê ku wî wekî êrişa Îsraîlî li başûrê Lubnanê anî ziman, kir.

Hizbullaha Lubnanê ji dema ku şerê Hemas û Îsraîlê di 7ê Cotmehê de dest pê kir, li seranserê sînorê Lubnan û Îsraîlê bi hêzên Îsraîlê re şer dike.

Îsraîl ji bo tolhildana êrîşa 7ê Cotmehê ya milîtanên Hemasê, ku 1400 kes kuştin û zêdeyî 240 dîl û rehîne girtin, êrîşî Xezaya di bin kontrola Hemasê de kir. Hejmara urbaniyên sivîl li Xezayê 9,000 derbas kir, û şert û mercên mirovahî li wir xirab bûne.

Blinken, ku roja Înê çû Urdunê piştî ku berê bi rêberên Îsraîlî re hevdîtin kirin, got Amerîka bi biryar e ku di pevçûnê de eniya duyemîn an sêyem nebe. Her wiha bang li Îsraîlê kir ku ji bo parastina sivîlên li Xezayê gavan bavêje.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG