Parêzer Muzeyyen Boylu Îssi (43) bi destê hevjînê xwe doktor Mesut Issi, roja Yekşemê li Amedê hat kuştin.
Boylu dayika du zarokên biçûk bû û sal û nîv berê jibo dawî li zewaca xwe bîne, li hevjînê xwe doz vekiribû.
Boylu, piştî ku ji bernameyeke taybet ya kurê xwe vegerî, bi hevjînê xwe de dikeve pevçûne. Şahidên bûyerê ragihand ku Boylu ji otomobîlê dertê û hevjînê wê li pey wê diçe û bi 14 guleyan li serê wê û singê wê dide.
İssi piştî ku hevjîna xwe dikuje, zarokên xwe dibe mala bavê xwe û bi çeka xwe teslîmê polîsan dibe.
Baroya Amedê jibo Boylu merasîma şînê li dar xist û bi daxuyanîyekê tundîya ser jinan şermezar kir.
“Dirêjbûna prosesa dozên dawîkirina zewacan li Tirkîyê anîye wê astê ku dema jinek telaq bixwaze, mafê wê yê jîyanê namîne. Zêdebûna kuştina jinan êdî li civakê cîh girtiye. Hem karbidestên dewletê, hem oldar û hem jî zimanê ragihandinê rê li ber tundiya ser jinan vedike.”
Hun dikarin pirtir agahîyên ser bûyerê û nêrînên awuqat Ferîde Laçîn û Gulşen Ozbek yên ser vê malwêranîyê ji fayla deng guhdar bikin.