Blinken Dibêje Îsraîl jibo Sîvîlên Refehê Planeke Ewle û Zelal Nîşan Nade

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Yekşemê got ku Îsraîlê ser parastina 1,4 mîlyon sîvîlên li Refeh ya Gazayê ti planeke ewle nîşan nedaye.

Blinken dîyar kir ku ew ketine fikaran ku Îsraîl li Refehê bombeyan bi kar bîne û wan loma biryar daye ku ew şandina 3,500 bombeyan bisekinînin.

Wî di bernameyeke ABC News de got ku Serok Joe Biden bi biryar e ku ji bo berevanîya Îsraîlê alîkarîyê bike û dîyar kir ku 3,500 bombeyên bi 500 û 2000 poundî tekane paket e ku Amerîka şandina wê sekinandiye.

Îsraîl radigihîne ku ewê ji bo pûçkirina çekdarên Hamasê operasyonê bibe ser Refehê, lê Blinken got ku ger hêzên Îsraîlî êrîşeke berfireh bibin ser wir dibe ku rewiş biguhere.

Blinken dîyar kir ku Biden bi awayekî zelal gotiye ku ger Îsraîl operasyoneke leşkerî ya mezin bibe ser Refehê hin sîstem hene ku divê ew nedin wê dewletê.

‘’Ser şeklê karanîna wan fikarên me yên rast hene. Divê Îsraîl jibo berevanîya sîvîlan planeke zelal, pêbawerî nîşan bide, lê me tiştekî wisa nedît.’’

Refeh mazûvanîya 1,4 mîlyon kesan dike ku piranîya wan jiber bombebarana Îsraîlê ya li Gaza derbazî wir bûne û ew bi kêşeyên wek nebûna xwarin û avê re rûbirû mane.

Wezareta Saxlemî ya Gazayê, ku Hamas bi rêve dibe, dîayr dike ku di operasyonên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî hatine kuştin.

Şerê li Gaza bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê re gur bû.

Îsraîl dide zanîn ku di êrîşên Hamasê de 1200 kes hatine kuştin û pirtir ji 250 kesan dîl hatine girtin.

Li gor ragihandina Îsraîlê di pevçûnan de 620 leşker hatine kuştin.

Jêder: Reuters