Di demekê de ku rêvebirîya serokê nû yê Amerîka Joe Biden dest bi ragihandina hin plan û siyasetên xwe yên hindir û derve kiriye, gelek geşbînîya xwe tînin ziman û dibêjin dê Amerîka dîsa rola xwe, wek hêzeke bi bandor li cîhanê bilîze.
Kurdên Sûrîyê jî hêvî dikin ku rêvebirîya Biden piştgirîya xwe bo wan berdewam bike û wan bêhtir biparêze.
Endamê nûnertîya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê li Herêma Kurdistana Îraqê Fethulla Huseynî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka behsa serederîya Amerîka bi rewşa Kurdên Sûrîyê re kir.
“Biden wek serkirdeyekî Amerîka û cîgirê serokê Amerîka yê wê demê, roleke mezin di avakirina hevalbendîya navnetewî ya dijî Daişê de lîst. Lê piştî ku Daiş ji alîyê Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk ve têk çû, dewleta Tirkîyê Efrîn, Girêsipî û Serêkanîyê dagîr kirin û Amerîka ti helwest li dijî wê neda.”
Huseynî ku li bajarê Silêmanîyê dimîne got ku ew hêvî dikin ku Biden balansekê li Rojhilata Navîn çêbike û ew jî wek Hêzên Sûrîya Demokratîk bibin beşek ji wê balansê.”
Jibo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5