Biden Hewildanên Rûsya yên Tevlîkirina 4 Herêmên Ukrayna Şermezar Dike

Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê hewildana Rûsya jibo ku çar herêmên Ukraynayê tevlî xwe bike şermezar kir û got ku ev gav qanûna navnetewî binpê dike.

“Ev kiryar ne rewa ne. Amerîka dê hergav pênasînê bi sînorên Ukrayna yên navnetewî bike. Emê piştgirîya Ukraynayê di warê leşkerî û diplomatîk de berdewam bike da ku kontrola xwe vegerîne ser axa xwe, di nav de jî şandina 1.1 milyar dolar wekî alîkarîya ewlekarî ku Amerîka vê hefteyê ragihand,” Biden di daxuyanîyekê de got.

Rûsya îro Înê bi awayekî fermî pênasîn bi tevlîbûna her çar herêmên Ukraynayê yên Donetsk, Xerson, Luhansk û Zaporizhzhia kir, piştî ku referendum li wan herêman pêk anîbû.

Serok Biden got ku “wekî bersiv bo îdîayên Rûsya yên sexte jibo tevlîkirinê, Amerîka û hevpar û hevalbendên wê îro toleyên nû radigihînin.”

“Ev tole dê li ser kesayetî û kiyanên li hundir û derveyî Rûsyayê werin ferz kirin, ewên ku piştgirîya siyasî û aborî didin hewildanên neqanûnî jibo guhertina rewşa axa Ukraynayê. Emê civaka navnetewî kom bikin da ku hem van kiryaran şermezar bikin û hem jî Rûsya wekî berpirs bibînin. Emê bi berdewamî piştgirîya Ukraynayê bi tiştê ku jê re pêdivîye bikin da ku karibe berevanîya xwe hember Rûsyayê bike. Ez li hêvîya wê yekê me ku qanûnekê ji Kongresê îmze bikim ku dê 12 milyar dolarên din wekî piştgirî bide Ukraynayê,” Serokê Amerîkî got.

Biden bang li civaka navnetewî kir ku hewildanên Rûsya yên neqanûnî jibo tevlîkirinê red bikin û bi gelê Ukraynayê re bisekinin.