Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Pêncşemê dîyar kir ku plana Rûsya tevlîkirina çar herêmên Ukrayna wê bibe binpekirineke bingehîn ya peymana NY û wê ti nirxek qanûnî ya wê gava Moskowê tunebe.
Antonio Guterres hevdem hişyar kir ku ev biryara Serokê Rûsya Vladamir Putin wê bibe sedem ku alozîya heyî bi rengekî xeter mezin bibe.
Guterres bi zimanekî ne asayî tund û zelal bang kir ku biryara Rûsya hemberî hemû pîvanên qanûnî ku û mirovî yên civaka navneteweyî ye û divê neyê qebûlkirin.
Kremlînê îro ragihand ku wê sibe Înê merasîmeke darbixe, bo destpêkirina pêyvajoya tevlîkirina çar herêmên - Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhzhia – Ukrayna.
Berpirsê NY anî ziman ku refarndumên ku qaşo ku hatine darxistin divê wek dîyarkirina rastîn ya vîyana gel neyên bi nav kirin, jiber ku ew di dema pevçûnên çekdarî de li herêmên di bin dagirkerîya Rûsya de û li dij çarçoveya qanûnî û destûrî ya Ukrayna hatine kirin.
Guterres herwiha careke din biryareke Civata Giştî ya NY ya di 24’ê Cotmeha 1970’ê dubare kir, ya ku gelek caran Dadgeha Dadweriyê ya Navneteweyî di biryarên xwe wek bingeh bi kar aniye.
Biryara Civata Giştî ya NY ya di 24’ê Cotmeha 1970’ ê wiha dibêje:
"Ti destketîyên axî yên ku jiber gef yan karanîna hêzê de encam dide, wê wek qanûnî neyê pejirandin, naskirin."
Berdevikê NY Stephane Dujarric got ku Guterres di hevdîtina do Çarşemê de ev peyam gihandiye Balyozê Rûsya yê li NY Vassily Nebenzia.