Birayê Beytocan Dibêje Rewşa Wî ya Tendûristî Baş e

Beytocan

Hunermendê navdar Beytocan jiber pençeşêra qirikê li Swêdê emelîyat bû lê li ser torên civakî agahîyên ne dirûst hatin belavkirin wekî ku Beytocan koça dawî kiribe.

Birayê wî Aadarcan li Swêdê jibo Dengê Amerika axivî û anî ziman ev agahîyên xelet hem dilê Beytocan êşandiye hem jî ya malbata wî.

Adarcan got, Beyto gotiye ew başe û sax û selamete û silavên xwe ji hezkiriyan re şanidye.

Adarcan daxuyakirin li doktorê diranan hîn bûne ku li bin zimanê Beytocan girêkek çêbûye ku piştî lêkolînan teşhîs kirine ew qansêr e.

''Lê jiber ku ji singa wî belav bûye ber bi devê wî, hestiyê çenê wî jî bi emeliyatê derxistin û ji hestîyê lingê wî jê re çene çêkirine. Beytocan neha başe, liser xwe ye lê divê radyoterapî û kemoterapîyê de derbas bibe ku hê jî doktor berisev zelal nikarin bidin ka gelo kanser çiqas li laşê wî belav bûye.''

Beytocan 65 salî ye û ji Farqînê ye. Jiber sedemên sîyasî di sala 1992an de koçê welatê Swêdê kiriye. Piştî 27 salan Beytocan di sala 2014an de hate Amedê.

Çend stranên Beytocan yên ku êdî bûne klasîk ev in: Dinya Fanî, Yan Mirin yan Diyarbekir, Agir Ketiye Dilê Min, Gulazer..

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta deng/Xecîcan Farqîn