Partîyên Kurd bo Rawestandina Êrîşên ser Rojava Bang li NY û Amerîka Dikin

Saliha Aydenîz

Partîya Heremên Demokratîk (BDP), Tevgera Jina Azad (TJA), Federasyona Komelên Xizmên Girtîyan, Partîya Çep ya Kesk jibo şermezarkirina êrîşên Tirkîyê ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê civînek li dar xist û jibo ku Tirkîye van êrîşan rawestîne bang li Neteweyên Yekbûyî û Amerîka kirin.

Ji 5’ê Cotmehê vir ve Tirkîye êrîşên esmanî ser seranserê bajarên Kurdan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk tîne.

Hevserok û nûnerên partî û rêxistinên sivîl li navenda DBP’ê ya li Amedê civîn û bi daxuyanîyê xwestin bal bidin êrîşên li ser Rojava.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got ''Ger hun dixwazin Rojhilata Navîn demokratik bibe, divê pirsgirêka Filîstîn û ya Kurd çareser bibe.''

Wê bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got ''Li hember êrîşên bi ser Efrîn, Girêsipî, Serêkanîyê UN divê rol û mîsyona xwe bi cî bîne, bi nivîsîna raporan ev mesele çareser nabe. Banga me ya dawîn jibo Rûsya, Amerîka û Fransa ye ku divê sehaya esmanî bigirin, ambargoya li ser Rojava jî rakin.’’

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyanîya hevpar axivî û bîrxist ku ji 5’ê mehê vir ve Tirkîye di êrîşên esmanî de nexweşxane, binesazîya bajaran, av û elektrîkê hedef digire.

''Tu firqa van êrîşan ji êrîşên DAIŞ’ê tuneye, ev êrîş sûcên mirovahîyê ne, lê mixabin dezgehên mafê mirovan li hember van êrîşan bê deng dimînin.’’

Aydenîz îdia kir ku bi êrîşên Tirkîye, Îsraîl û Filîstînê tê xwestin cogrofyaya Rojhilata Navîn jinûve were dîzayn kirin.

''Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîye di daxuyanîya xwe de got ewê êrîş bibin ser sazî û binesazîya Rojava û ser qadên jîyanê. Netenyahu jî jibo Gaza heman tiştan got. Hemî cîhan li dijî gotinên Netenyahu derketin lê kesî jibo Hakan Fîdan ti tişt negot. Lê, gotinên her duyan encama heman têgiştinê ye. Divê jibo Rojava jî dengê bilind bikin. Yên ku ji Hakan Fîdan re li çepikan xistin, bi çepikên xwe rê li êrîşên Netenyahu vekirin, wî pişta xwe ji wan girt.''

Aydenîz di gotara xwe da daxuyanîya Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan û yê Serokê Parlamenê Numan Kurtulmuş jî rexne kir ku li ser êrîşên Gazayê peyam dabûn.

''Erdogan behsa bombekirina mizgeft, nexweşxane, dibistanên li Filîstînê dike û dibêje ka mirovahî. Li hember wî em jî jê re dibêjin we li Mexmûrê mizgeftê, li Dêrikê nexweşxane bombe kir, jin û zarokan bombe kirin. Gelo ka mirovahîya te li ku ma? Lê em dikarin bêjin ku li vir bi eşkere dijmintîya Kurdan tê kirin.''

Kurtulmuş gotibû ku aştîya cîhanê bi aştîya Rojhilata Navîn pêkan dibe.

“Mifta aştîya Rojhilata Navîn birêz Ocalan e, ew jî di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta Tirk, tifaqa MHP-AKP dixwaze azadîya Kurdan tasfîye bike.’’

Hevseroka DBP'ê bi bîr xist ku li Rojhilat û bakurê Sûrîye şîna sê rojan hate ragihandin.

''Ev şîna me hemîyan e. Em bi vîneke mezin xwedî li Kobanê derketin û bi heman vînê emê xwedî li Rojava jî derdikevin.’’