Bilbilê Çîyayê Kurmênc Bavê Selah Koça Dawî Kir

Bavê Salah

Hunermendê navdar yê Herêma Çîyayê Kurmênc Evdilrehman Omer, ku pirtir bi navê Bavê Selah dihat nasîn, îro li Efrînê koça dawî kir.

Bavê Salah ku ji du hefteyan vir ve li Nexweşxaneya Avrînê bû, tevî hemî hewlên doktoran nekanî çavên xwe ji jîyanê re vekira.

Navê Bavê Selah li nav hemî Kurdan belav bûbû û ew bi kilamên gelêrî yên wek Delal, Tahir Beg, Xecê û Sîyabend û gelekên din dihat nasîn.

Bavê Salah û Emîne Misto

Nûçegîhana me Emîne Misto berî demeke kin çûbû mala Bavê Selah û ev hevpeyvîneke taybet bi wî re kiribû.

***

Your browser doesn’t support HTML5

EM_7_13-16_Bave_Salah

Kerem kin li raporta taybet ya ser Bavê Salah temaşe bikin ku di meha Hezîranê de hate kirin:

Your browser doesn’t support HTML5

Humermendê Dengxweş yê Çîyayê Kurmênc: Bavê Salah